Gulum: Divê Meclîs ji bo girtîgehan kom bibe
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê diyar kir guhertina yasaya înfazê di nava civakê bûye sedema nerazîbûn û hêrsê û got: “Pêwîste Meclîs ji bo girtîgehan bilez kom bibe û yasayê biguherîne.''
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê diyar kir guhertina yasaya înfazê di nava civakê bûye sedema nerazîbûn û hêrsê û got: “Pêwîste Meclîs ji bo girtîgehan bilez kom bibe û yasayê biguherîne.''
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê û Endama Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP’ê Zuleyha Gulum li ser hesabê medya civakî yên partiya xwe axivî.
‘LI GIRTÎGEHAN REWŞ TALOKE YE'
Gulum diyar kir wan bi rêya parêzer û malbatan agahî ji girtîgehan werdigirin û got: “Wezareta Dadê ji bo girtîgehan daxuyanî dan. Lê ev daxuyanî têr nakin. Li gelek girtîgehan ji ber koronayê agahiyên nexweş tên. Li girtîgehan rewşek metirsîdar heye, divê ji bogirtîgehan xemsarî neyê kirin û bi baldarî li rewşa girtîgeha were mêzekirin. Li girtîgehan bi awayek têrkirî tevdîr nayên girtin. Tevdîrên hatine girtin jî nimûne ne. Li girtîgehan ji bo parastina mafê jiyanê û mafê tenduristiyê gelek binpêkirinên mafan diqewimin. Girtiyên nexweş nayên dermankirin û di qawîşan de hejmara girtiyan zêde ye. Mafê hevdîtinên telefonê jî tên astengkirin.”
‘DIVÊ MECLÎS BILEZ KOM BIBE’
Gulum da zanîn ku divê Meclîs demildest bicive û got: “A rast çareseriya pirsgirêkên li girtîgehan diqewimin pir zelal û diyar in. Tişta di vê mijarê de were kirin dawî li newekeheviya di guhertina yasaya înfazê de were anîn. Divê Meclîs ji bo guhertina yasaya înfazê bi lezgînî bicive û guhertinek nû derxe da ku di serî de girtiyên nexweş hemû girtiyên siyasî demildest werin berdan.”
REWŞA GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ
Gulum destnîşan kir ku ji bo tevdîrên di serî de Girtîgeha Îmraliyê û hemû girtîgeh werin kontrolkirin şandeyek were avakirin û di nava civakê de têkildarî girtîgehan fikarên cidî hene. Gulum diyar kir ku mafê axaftina telefonê ya ji bo hemû girtî û hikumxwaran tê nasîn pêwîste ev mafê hevdîtinê yê telefonê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên li cem wî jî were nasîn û Ocalan û girtiyên din jê sûdê werbigirin.