Gulperîpûr li girtîgeha Urmiyeyê ye
Gulperîpûr li girtîgeha Urmiyeyê ye
Gulperîpûr li girtîgeha Urmiyeyê ye
Girtiyê siyasî Hebîbûlah Gulperîpûr ku bêserûşûn bû, hate hînbûn ku birine girtîgeha Urmiyeyê.
Li gorî agahiya ji Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin, girtyê siyasî yê ji doza PJAK`ê Hebîbullah Gulperîpûr ku ji roja Pênceşmê ve bêserûşûn bû hate ragihandin ku, duh birine Girtîgeha navenda Urmiyeyê, her wiha li benda girtiyên siyasî tê ragirtin.
Hebîbullah Gulperîpûr di payîza sala 2009’ê de li bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû desteserkirin.
Piştî êşkenceyek giran a hêzên Îtlaata Îranê, buhara sala 2010’ê bi tohmeta muharib, ango dijminahiya xwedê û endamtiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistan PJAK’ê cezayê darvekirinê li Hebîbullah Gulperîpûr hatibû birîn.
Rejîma Îranê beriya niha jî gelek girtiyên siyasî yên Kurd bi dizî darvekirin. Kadroyê PJAKê Husên Xizrî - Hêmin Urmiye jî bi dizî hatibû darvekirin, piştî darvekirina wî bi 10 rojan raya giştî ji hovîtiya rejîma Îranê agahdar bibû.