Gulmen: Îşkenceya rojên dawî; saxkirina 'mirî ye yan na'
Nûriye Gulmen ku ev 142 roj in di greva birçîbûnê de ye, nameyeke nû şand.
Nûriye Gulmen ku ev 142 roj in di greva birçîbûnê de ye, nameyeke nû şand.
Name di medya civakî de hate parvekirin. Gulmen di nameya xwe de wiha dibêje: "Di dema birçîbûnê de zikê mirovan ji rojek berê pirtir birçî nabe. Lê belê bi hişê xwe, bi hestên xwe, bi fikrên xwe û bi hemû hebûna xwe hê bêhtir birçî dibin. Ji bo edaletê, ji bo nan, ji bo azadiyê mirov hê birçî dibin, hê evîndar dibin, daxwaz û hesreta mirovan mezintir dibe."
Gulmen diyar dike, ku şevê tên wê sax dikin bê "mirî ye yan na" û destnîşan dike, ku ev yek ku îşkenceya rojên dawî ye wê gelekî aciz dike. Gulmen dibêje, ji ber ku sîstema xweparastinê ya bedena wê têk çûye, rîska enfeksiyonê gelekî zêde ye û wiha dewam dike: "Lê tenduristiya min ne bi xema kesî ye. Her kes bi wezîfeya xwe radibe. Ji ber ku wezaretê ferman daye."
Gulmen dibêje, "Divê em li ber xwe bidin. Ne ji bo tiştekî jî be, divê mirov ji bo rûmeta xwe li ber xwe bidin."