Guardian hevşibiyên Mandela û Ocalan nivîsand
Guardian hevşibiyên Mandela û Ocalan nivîsand
Guardian hevşibiyên Mandela û Ocalan nivîsand
Rojnameya Guardian a Îngilîz, piştî wefata lîderê efsanewî yê Efrîka Başûr Nelson Mandela bal kişand ser aliyên dişibin hev ên Mandela û yek ji pêşengên têkoşîna rizgariya Hîndîstanê Cevahîrlal Nehrû yê mîna wî bi salan di zîndanê de ma, lîdera mûxalîf a Bîrmanya Aûng San Sûû Kyî û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Rojnameyê diyar kir ku Ocalan û Mandela lîderên ji bo muzakereyên wekhev têkoşiyan e û destnîşan kir ku mîna Mandela Ocalan jî tevî li girtîgehê ye jî têkiliya xwe ya bi gel re parastiye.
Guardian di nivîsa xwe ya sereke ya bi sernavê "Beriya her tiştî lîdereke" de ji bo Mandela got, "Karekterê wî û jiyana wî ya ku demeke dirêj ew dûr xist, zanabûn mesûmiya wî, têkeliyeke xweser afirand."
Rojnameyê ragihand ku Mandela 'sembola' têkoşîna Kongreya Neteweyî ya Efrîkayê (ANC) ye û diyar kir ku Mandela ji bo lîderiya xwe gotina, "Ji objeyî wêdetir lîderiyeke exlaqî destnîşan dike" bikar anî şîroveya "nepenîtiya xwe diparêze" kir.
Guardian di dewama nivîsa xwe de ji bo Mandela şîroveya "Di lîderiya mafên sivîl de bê bandor, di lîderiya gerîlatiya dem kurt de amator" kir û ji bo dema lîderê Efrîka Başûr li girtîgehê derbas kir jî got, "Di nava lîderên azadîparêz ên sedsala 20'an de, yek ji lîderên li girtîgehê rêzdarî wergirtiye." Rojname Mandela bi 3 navên cuda dinirxîne. Rojname aliyên dişibin hev ên Mandela û yek ji pêşengên têkoşîna rizgariya Hîndîstanê Cevahîrlal Nehrû yê mîna wî bi salan di zîndanê de ma, lîdera mûxalîf a Bîrmanya Aûng San Sûû Kyî û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêz dike.
Rojname nirxandineke wiha dike: "Girtîgeh, mîna ku Cevahîrlal Nehrû jî çavdêriya wê kir, ji bo siyasetê mîna amadekariyek piştî mezuniyetê ye. Ji bo lîderên Kongreya Neteweyî yên Hîndîstanê, kêm be jî ji ber girtîgeh xwedî şertên baş e, dema wan a binçavkiriyan di têkoşîna li dijî Îngilîstanê de weke firsendek ji bo bêhndanê ye. Mirov dikarin herî zêde bi Aûng Sang Sûû Kyî re bişibînin hev ku Kyî di dema xwe ya girtina hepsa malê de gihaşt 'asta ezîzetiyê.'"
Rojname piştre balê dikşîne ser taybetmendiyên Mandela û Ocalan ên dişibin hev. Rojname destnîşan dike ku mîna Mandela Ocalan jî li gel mercên girtîgehê jî têkiliya xwe ya bi gel re parastiye.
Rojnameyê di vî warî de wiha got, "Lîderê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgeha li giravê de jî têkiliya xwe ya awarte ya bi alîgirên xwe re parast û hina bi hikûmeta Tirkiyê re ji bo şertên wekhev muzakereyan dimeşîne. Bi vî rengî dişibin hev. Lê belê alîgirên Ocalan ên mîna kult Ocalan dişopînin, naşibin şablona Mandela. Sira di lîdertiya Mandela de veşartiye; Karekterê wî û jiyana wî ya ku demeke dirêj ew dûr xist, zanabûn mesûmiya wî, têkeliyeke xweser afirandiye."