Grevên birçîbûnê yên li Brîghton û Dusseldorfê qediyan
Piştî ku grevên birçîbûnê yên li girtîgehan qediyan, grevên li Ewropayê hatin destpêkirin jî tên qedandin.
Piştî ku grevên birçîbûnê yên li girtîgehan qediyan, grevên li Ewropayê hatin destpêkirin jî tên qedandin.
Piştî ku grevên birçîbûnê yên li girtîgehan qediyan, grevên li Ewropayê hatin destpêkirin jî tên qedandin.
BRÎGHTON
Li bajarê Brîghton ê Îngilîstanê, endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Sûssexê û dostên wan di 12'ê Nîsanê roja Çarşemê de ketibûn greva birçîbûnê. Piştî ku grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bi banga KCK'ê qediyan, greva li vir jî bi dayîna daxuyaniyeke çapemeniyê qediya.
Di vê çalakiyê de, li ser sedemên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û daxwazên girtiyan belavok hatin belavkirin û agahî ji welatiyên Brîtanyayê re hatin dayîn.
Her wiha ji parlamenta Brîtanyayê jî hate xwestin, ku mijarê bixe rojeva xwe. Di daxuyaniyê de berxwedana girtiyan hate silavkirin û hat ragihandin, ew ê ji niha û pê ve jî xwedî li berxwedana wan derkevin.
DUSSELDORF
Greva birçîbûnê ya li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê, ku di 12'ê Nîsanê de dest pê kir, qediya.
Greva birçîbûnê, ku bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Elmanyayê (YJK-E), Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd li Dusseldorf, Dûîsbûrg, Essen, Koln, Bonn û Monchengladbach, Saziya Malbatên Şehîdan û Windayan (KOMAW), TEV-ÇAND, Saziyên Baweriyan ên Mezopotamyayê û Tevgera Ciwanên Kurdistanê hate lidarxistin, bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo" qediya.
Dayika şehîd Dayik Asya li çalakiyê axivî û got, "Greva me ya birçîbûnê qediya be jî, tecrîda li ser Rêberê me hê dewam dike. Lazim e cîhan tev zanibe, heta dilopa dawî ya xwîna me wê têkoşîna me ya mafdar bidome, em ê şopdarên şehîdên xwe, Rêberê xwe û doza xwe bin."