Greva birçîbûnê ya li Lîege bi dawî bû

Li bajarê Elmanya Lîege, greva birçîbûnê ya ciwanên Kurd û Navenda Çanda Elewiyan bi hev re li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê dan destpêkirin, duh bi dawî bû.

Li bajarê Elmanya Lîege, greva birçîbûnê ya ciwanên Kurd û Navenda Çanda Elewiyan bi hev re li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê dan destpêkirin, duh bi dawî bû.

Greva birçîbûnê ya li Komeleya Elewiyan a Lîege hat lidarxistin, di dawiya vê hefteyê de bi dawî bû. Grev bi desteka Komîteya Ciwanên Kurd a Lîege pêk hat. Di axaftinên li vir de hat ragihandin, ku dijminê gelan yek e û divê gel hemû têkoşîneke hevpar bimeşînin.

Ciwanên Kurd roja Înê li navenda bajêr standa agahdarkirinê vekiribûn û dûre tevlî greva birçîbûnê ya li Komeleya Elewiyan bûbûn. Gelek saziyan jî destek dan grevê.

...