Glynn: Bi faşîzmê re danûstandin nabe, tenê têkoşîn dibe

Aktîvîsta Îngilîz a li Skoçyayê Saray Glynn diyar kir, ku helwesta CPT û KE'yê ya li ser grevên birçîbûnê 'surprîz' nîne û got, "Bi hikumeta faşîst a li Tirkiyeyê re danûstandin nabe, têkoşîn dibe."

Endama Komîteya Piştevaniya Kurdistanê ya li Skoçyayê Sarah Glynn gelek caran ji welatê xwe hat serdana greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê û li ser çalakiyê gotar nivîsî.

Sarah Glynn diyar kir, daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê daxwazên mafdar e û rexne li dewleta Tirk kir ji ber ku heta niha bersiv nedaye van daxwazên mafdar.

Sarah Slynn bal kişand ser berpirsyariya welatên Ewropayê ya ji tecrîdê û got, "Di heman demê de em nabînin ku bersiveke dewleta Brîtanyayê ji vê mijarê re heye."

'HELWESTA KONSEYA EWROPAYÊ Û CPT NE SURPRÎZ E'

Glynn bi bîr xist, yek ji daxwazên çalakgeran ew ku Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) rewşa Ocalan li cih lêkolîn bike û helwesta CPT a di vê mijarê de bi tundî rexne kir.

Glynn diyar kir, helwesta CPT ji bo wê tiştekî 'surprîz' nîne û got, "Dibe ku helwesteke giran e, lê di heman demê de nêzîkatiyeke surprîz jî nîne."

'SAZÎ TENÊ GOTINÊN XWEŞ DIBÊJIN'

Sarah Glynn anî ziman, bersivên CPT û Konseya Ewropayê (KE) ên li ser tecrîdê dûrî ji cidiyetê ne û ragihand, daxuyaniyên tên dayin bi cih nayên anîn.

Glynn destnîşan kir, bi zextê siyasetmedar dikarin gavan biavêjin û got, "Mixabin em ji saziyên navneteweyî gotinên xweş dibihîzin. Lê belê dema mijar bibe bicihanîna van gotinan, nakevin nava liv û tevgerê, bi cih nînin. Dibe ku em siyasetmedarên li asta jêrîn karibin zextê li wan bikin ku ew jî gavê biavêjin."

HEWL DIDE KU DAXWAZÊN ÇALAKIYÊ BIDE BIHÎSTIN

Sarah Glynn anî ziman, ew; Komîteya Piştevaniya Kurdistanê ya li Skoçyayê hewl didin daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bi raya giştî ya dinyayê bidin bihîstin û got, "Me bi taybetî li ser medyayê hinekî kar kir. Hinek gotar nivîsî û hewl da ku ev di medyayê de werin weşandin."

Glynn diyar kir, di vê mijarê de komîteyê bi endamên Parlamenta Ewropayê yên li Îngilîstan û Skoçyayê, her wiha bi rayedarên partiyên siyasî yên li Skoçyayê re danûstandin kir û li ser çalakiyê agahî dan.

'GOTINÊN EWROPAYÊ ERZANIN'

Sarah Glynn bi bîr xist, ku ji Leyla Guven û Nasir Yagiz di her kêliyê de agahiyeke nebaş dikare bê bihîstin, berxwedêrên li zindanan û Strasboûrgê jî 70 roj li pey xwe hiştine û diyar kir, helwesta saziyên Ewropayê ya li pêşberî vê rewşê, helwesteke xapînok e. Glynn got, "Ez careke din dibêjim; saziyên Ewropayê gotinên xweş dibêje. Lê belê gotinên gelekî erzanin û bi cih nayên anîn."

'BI FAŞÎZMÊ RE DANÛSTANDIN NABE, TÊKOŞÎN DIBE'

Li ser nêzîkatiya dewleta Tirk jî Sarah Glynn got, "Niha li Tirkiyeyê rêveberiyeke faşîst heye, tevgereke faşîst heye. Bi faşîzmê re jî danûstandin nabe, bi faşîzmê re diyalog nabe, bi faşîzmê re tenê têkoşîn dibe."

Sarah Glynn diyar kir ku ew siyasetmedar nîne, lê bi dîtina wê ji bo guhertinek li Tirkiyeyê divê hikumeta heyî ya li Tirkiyeyê têk biçe, biguhere.