Girtiyên TKP/ML dest bi greva birçîbûnê dikin

Girtiyên ji doza TKP/ML grevên birçîbûnê silav kirin û diyar kirin ku wê ji bo 5 rojan bikevin greva birçîbûnê.

Grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin.

Bi navê girtiyên ji doza Partiya Komunîst a Tirkiyeyê/Marksîst-Lenînîst (TKP/ML) Îsmaîl Yilmaz daxuyaniyek da û diyar kir, wê di navbera 1-6'ê Adarê de bikevin greva birçîbûnê.

'GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ BANGA BERXWEDANA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ YE'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, grevên birçîbûnê, li dijî faşîzm û teslîmgirtinê banga berxwedanê ye û hate gotin, "Dewleta Tirk a faşîst fêhm dike ku wateya vê berxwedanê ev e, lewma daxwazan ji nedîtî ve tê û dixwaze berxwedanê bifetisîne.

Daxwazên girtiyên şoreşger, welatparêz rewa ye. Divê gelê me li pêşberî berxwedanê bêdeng nemîne, li gel berxwedêran cih bigire.

Bi vê armancê, bi navê girtiyên ji doza TKP/ML'ê em dest bi greva birçîbûnê ya 5 rojan (1-6'ê Adarê) dikin."