Girtiyên MLKP’ê 1’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê dikin
Girtiyên ji doza MLKP’ê yên li girtîgehên Tirkiyeyê bi armanca protestokirin û dawîlêanîna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 1’ê Adarê dest bi greva birçîbûnê dikin.
Girtiyên ji doza MLKP’ê yên li girtîgehên Tirkiyeyê bi armanca protestokirin û dawîlêanîna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 1’ê Adarê dest bi greva birçîbûnê dikin.
Tevahiya girtiyên ji doza MLKP’ê yên li girtîgehên Tirkiyeyê ragihandin ku wê ji 1’ê Adarê û pê ve bi 15 rojan bikevin greva birçîbûnê.
Li ser navê girtiyên MLKP’ê daxuyaniyeke nivîskî hate belavkirin û di daxuyaniyê de hate gotin, "Em careke din berxwedana Leyla Guven a bi rûmet silav dikin. Berxwedana ku Leyla Guvenê bi çirûskekê da destpêkirin, weke pêtekê berbelav dibe. Daxwazên wê, ligel hemû astengî û zextên dewletê derdorên fireh xwedî lê derdikevin. Însiyatîfên Piştevaniya bi Leyla Guven re hatin avakirin."
Girtiyên ji doza MLKP’ê di daxuyaniya xwe de xwedî li daxwazên dawîlêanîna li tecrîdê derketin û gotin, "Em girtiyên ji doza MLKP’ê xwedî li daxwaza mafdar û rewa ya Leyla Guven derdikevin ku dixwaze tecrîdkirin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî bibe.
Em girtiyên ji doza MLKP’ê yên li girtîgehên Tirkiyeyê ji bo piştgiriya bi Leyla Guvenê re di navbera 1-15’ê Adarê de 15 rojan dikevin çalakiya greva birçîbûnê. Leyla Guven mafdar e divê tecrîd rabe."