Girtiyên li Sîlîvriyê ji bo parêzeran greva birçîbûnê dan destpêkirin

Parêzer Yaprak Turkmen diyar kirin ku girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Nimreya 9’an a Sîlîvriyê ji bo parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal greva birçîbûnê dane destpêkirin.

Ligel ku Saziya Tipa Edlî (ATK) rapor dabû ku parêzerê di rojiya mirinê de Ebrûm Tîmtîk û Aytaş Unsal nikarin di girtîgehê de bimînin, ev parêzer bi darê zorê rakiribûn nexweşxaneyê.

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Nimreya 9’an Sîlîvriyê birina bi darê zorê ya parêzer protesto kirin. Hate diyarkirin ku girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine û hucreyên xwe şewitandine.

Parêzer Yaprak Turkmen derbarê vê meseleyê agahî da ANF’ê û diyar kir ku muwekîlên wan ên birina bi darê zorê ya nexweşxaneyê protesto kirine, xistine odeya bi sînger.

Turkmen diyar kir ku ji bo protestokirina vê kirina bêhiqûqî ya li hemberî parêzeran girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kirine.