Girtiyên li Dûmlûya Erziromê li dijî zilmê di greva birçîbûnê de ne

Girtiyên siyasî yê li Girtîgeha Ewlehiya Zêde ya Nimreya 1’an a Dûmlûyê li dijî zilmê di 8’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin.

Li gorî agahiyên ku girtiyan dane, li Girtîgeha Ewlehiya Zêde ya Hejmar 1 a Dûmlûya Erziromê camên qawîşan bi tevneke metal hatine girtin.

Odeyên girtiyan hatine tarîkirin û ev tişt bandoreke neyînî li ser ruh û bedena girtiyan dike.

Girtiyan biryar dan ku di 8’ê Mijdarê de li dijî zêdebûna zextan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 10 rojan a dorveger bikin.

Malbatên girtiyan jî serî li OHD û TÛHAY-DER’ê yên Amedê dan.

Li ser vê yekê OHD û TÛHAY-DER ku bi girtiyan re hevdîtin pêk anîn, tê payîn ku di rojên pêş de rapora xwe eşkere bikin.

Aynûr Taş a ku birayê wê Serhat Karsû jî di greva birçîbûnê de ye, qala zextên li ser girtiyan kir. Karsû di sala 2011'an de li Kanîreşa Çewlikê hatibû girtin.

Li gorî Karsû diyar kir, girtî dema di xew de ne, saetekê carekê gardiyan bi qestî wan hişyar dike.

Aynur Taş, anî ziman ku herî dawî di 18'ê Mijdarê de bi birayê xwe Karsû re hevdîtin pêk aniye, Aynur Taş, anî ziman ku di hevdîtinê de birayê wê gotiye “Em hemû di odeyên yek kesî de dimînin. Lê gava em diqîrin û bang dikin, em dengê hev dibihîzin. Li me xwedî derkevin. Hesin danin ser camên me. Êdî em nikarin şev û rojê ji hev cuda bikin. Hewl didin me ber bi xwekuştinê ve bibin. Êdî em hew sebir dikin, li me xwedî derkevin."

Taş got, “Di destê wan zaliman de hê jî li ber xwe didin. Ez li ber berxwedana wan serê xwe ditewînim” û anî ziman ku roja telefonê ya birayê wê roja Înê bû lê birayê wê telefon nekiriye.  

Li ser vê yekê Taş anî ziman ku telefonî girtîgehê kiriye û ji berpirsê girtîgehê pirsî, "Çima Serhat telefonî me nekiriye” û berpirs gotiye “Odeya wan guheriye ji ber vê.”

Aynûr Taş diyar kir birayê gotiye em ê van zextan qebûl nekin û got “Ez bang li Ewropayê dikim. Ger bi rastî mafên mirovan hebin, mafên mirovan li ku ne? Çima ewqas zext li ser Kurdan û zarokên Kurdan tê kirin? Ewropa çima bêdeng e? Bila Ewropa were ji me dayikan bipirse, 'Zarokên we çima di girtîgehê de ne?' Bila werin vê yekê ji me bipirsin, çima napirsin? Wê demê ew ê fêm bikin ka çima zarokên me di zindanan de ne. Dewleta Tirk gelek zextan li ser ciwanan û malbatên wan dike. Ji ber vê yekê zarokên me di zindanan de rizandine. Em dayik û xwişk vê yekê qebûl nakin.”