Girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de dixin hucreyan!

Diyar bû 6 jinên girtî yên li Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê ku di greva birçîbûnê de ne, di hucreya yek kesî de têne girtin. Li Duzceyê jî Suleyman Benzer avêtin hucreya yek kesî.

Grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger ên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê didomin. Rejîma AKP-MHP’ê ku nikare îradeya girtiyan teslîm bigre hemû bêhiqûqiyê dike. Tevî êşkenceyan jî girtî di çalakiyan de bi biryar in.

BAYBÛRT

Li Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê binpêkirinên mafan didomin.

Delîla Roj Ekmen, Fatma Yildirim û Sevgî Aka Gunduz ku 5’ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ne, çalakiya xwe didomînin û di roja 5’an a çalakiyê de rayedarên girtîgehê girtî avêtin hucreyan. 20’ê Çileyê jî girtî Zeynep Togçû, Tûgba Can û Serfîraz Demîrer beşdarî greva birçîbûnê bûbûn. Bi heman awayî hersê girtîjî xistin hucreyan.

Li gorî agahiyên ku ji malbatên girtiyan hatine wergirtin, girtiyên di hucreyê de dernaxînin derve û girtiyên din nikarin ji wan agahî bistînin.

DUZCE

Ji 26’ê Kanûnê ve li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê Suleyman Benzer ku bi heman daxwazê di greva birçîbûnê de ye, li hucreya yek kesî de tê hiştin.

Benzer ku 18’ê Sibatê bi birayê xwe Rojhat Benzer re hevdîtin kir ev peyamn da; “Em divereşin, serê me diêşe û em nikarin razin. Dîsan em nikarin avê vexwin û rewşa me xerab bûye. Piştî em ketin greva birçîbûnê, cezayê hucreyê dan me. Ez di hucreyê de çalakiya xwe berdewam dikim. Min ji rayedarên girtîgehê xwest ku hevalekê bin gel min. Lê ev daxwazin qebûl nekirin û destûr nedan vê yekê. Moralê min bilind û bi biryarim. Emê çalakiya xwe berdewam bikin. Berdêla wê çi dibe bila bibe, emê çalakiya xwe berdewam bikin.”

Malbatan banga bihestiyarbûnê kir.