Girtiyên berxwedêr: Em dawî li çalakiya xwe tînin

Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya got, "Em dawî li çalakiyên xwe yên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê tînin."

Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya got, "Em dawî li çalakiyên xwe yên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê tînin."

Daxuyaniya girtiyan wiha ye:

"Hevrê Leyla Guven bi welatparêziyeke kûr û hişmendiya demokratîk dît ku tecrîdkirina Rêber Apo li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê û azadiya Kurdistanê astengiya herî girîng e, ji bo bidawîbûna tecrîdê 8'ê Mijdarê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Ev demeke dirêj e wek girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji bo bi dawîkirina tecrîdê em di nav lêgerînê de bûn û di 27’ê mijdarê de li dijî tecrîdê bi biryariyeke mezin me li zindanan dest bi grevên birçîbûnê yên bêdem û dorveger kir.

Me di 16’ê kanûnê de bi tevlêbûna 343 hevalan û di 1’ê adarê de jî bi tevlêbûna 2 hezar 892 hevalan dest bi grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger kir û bi biryariyeke mezin çalakiyên xwe domand. Di 30’ê nîsanê de bi tevlûna 15 hevalan û di 10’ê gulanê de bi tevlêbûna 15 hevalan bi giştî 30 hevalan dest bi rojiya mirinê kirin. Ji bo hilweşandina faşîzmê û şikandina tecrîdê me bi biryariyeke mezin hewleya xwe domand û ji bo xwedîderketina bîranîne hevalên şehîd bilindkirina asta berxwedanê wek peywirekê li pêşiya me bû. Piştî çalakiyên fedayî yên şehîdên pêngavê; Zulkuf, Ayten, Medya, Mahsun, Zehra, Yonca, Siraç û Ugur berpirsyariya me girantir bû. Em careke din şehîdên leheng ku ji bo azadî û heqîqetê xwe feda kirine bi bîr tînin û soz didin ku em ê her tim li bîranînên wan xwedî derkevin.

Li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat gelê kurd li çalakiyên şikandina tecrîdê xwedî derketin. Li Tirkiyeyê hêzên demokratîk, rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê û li gelek deverên cîhanê hêzên demokrasiyê, rewşenbîr, nivîskar û parêzvanên mafên mirovan piştgiriyên girîng dan berxwedana me. Bi berfirehbûna berxwedanê û bi mezinbûna piştgiriyan kir ku daxwazên me bibin daxwazên herî rewa yên cîhanê. Têkoşîna li hemberî tecrîdê veguhezî têkoşîna demokrasî û azadiyê û ji ber vê yekê aliyekî tecrîdê were parastin nema. Li aliyê din li Ewropayê û li cîhanê gelê me, hêzên demokratîk zext li CPT’ê kirin ku peywira xwe ya li zindanan şopandina mafên mirovan bîne cih. Bang li Konseya Ewropayê û CPT’ê hat kirin ku li hemberî tecrîdê helwesta xwe nîşan bidin.

Dayikên Laçik Spî bûn îrade û wijdana gelê kurd û bi mehane têdikoşin û di wijdana hemû mirovahiyê de tecrîd mehkûm kirin û her çiqas bi temamî nebe jî di şikandina tecrîdê de roleke mezin lîstin.

Di encama berxwedana bêhempa ya bi heybet ew nêzîkatiya derveyî ehlaqî û hiqûqî hatiye şikandin û Rêbertiya me bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî ye. Rêber Apo di vê hevdîtinê de careke din ji bo li hevkirina civakî, muzakereyên demoratîk û aştiyeke bi rûmet, di mijara demokratîkbûna Tirkiyeyê de û çareserkirina prsgirêka kurd de vîna siyasî û demokratîk daniye holê. Careke din hatiye dîtin ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û aştiyeke bi rûmet rista Rêber Apo diyarker e. Bi giştî rakirina tecrîdê, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û di serîde çareserkirina pirsgirêka gelê kurd, çareserikirina bingeha hemû pirsgirêkan gelekî girîn û di vê rastiyê de qet cihê gumanan jî tune ye.

Divê bê zanîn ku rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û sererastkirina şert û mercên jiyanî û xebitînê netenê ji bo me û gelê kurd di destpêkê de ji bo gelê Tirkiyeyê hêzên demokrasiyê ji bo hêzên demorat ên Rojhilata Navîn û cîhanê gelekî girîng. Li ser vê esasî ev berpirsyariyê dide ser milê her kesî.

Hevdîtina bi Rêber Apo û aşkera kirina 7 xalên ji bo banga muzakereyên demokratîk û aştiyek bi rûmet gelekî kelecan daye me. Rêber Apo di 2’yê gulanê de xwestibû çalakî bi mirinê encam nebe. Lê belê ji ber ev hevdîtin yek carî bû ji aliyê me ve nedihat wateya şikandina tecrîdê. Li ser vê esasî em wekî girtyiyên PKK û PAJK’î ji bo rakirina tecrîdagirankirî ya li ser Rêbertiya xwe, ji bo rakirina hevdîtina bi parêzer û malbatê me biryar çalakiyan girtibû. Li ser vê biryara me wezîrê dadê aşkera kir ku ew qedexeya li ser Îmraliyê hatiye rakirin. Li ser vê yekê malbatên me, parêzerên me, rêxistinên parastina mafên mirovan, baro û hemû hêzên demorkrasî xwestin ku ev bêhiqûqî bi aweyekî fîîlî ji holê bê rakirin û di vê çarçoveyê de bang kirin.

Di vê rewşê de Rêber Apo bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Piştî ku wezîrê dadê destnîşan kir ku qedexe hatiye rakirin, girînge ku ev hevdîtin pêk hat. Di vê hevdîtinê de Rêber Apo li me û hemû çalakgerên di greva birçîbûnê de bang kir ku û xwest ku em dawî li çalakiya xwe bînin. Di demekî ku tecrîd weke pêkanîneke neheq, nerewa û derhiqûqî tê dîtin de daxwaza bidawîkirina çalakiyan a Rêber Apo ji bo me pir bi wateye û bicihanîna vê daxwazê jî ji bo me berpirsyariyeke.

Bi vê sedemê, em weke girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di çarçoveya bangawaziya Rêber Apo de dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û rojiya mirinê tînin.

Em silav û rêzên xwe pêşkêşî dayikên girtiyan û dayikên aştiyê ku di berxwedana me ya li dijî tecrîdê de piştgiriyeke mezin dane me, dikin. Em bi berxwedana wan a bi rûmet serbilind bûn. Em soz didin ku dê di temamiya jiyana xwe de hewl bidin layiqî wan bibin. Em bihumertî tên destê wan.

Em spasiyên xwe pêşkeşî gelê me, gelên Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê, rêxistinên mafên mirovan, saziyên hiqûqê û baroyan, rêxistinên civaka sivîl, hemû derdorên siyasî û rewşenbîr û hêzên demokrasiyê yên li her devereke cîhanê ku piştgirî dane berxwedana me, dikin. Bi Rêber Apo re hevdîtin hatin kirin û wezîrê dadê bi xwe daxuyand ku qedexeyên di vê der barê de hatine rakirin. Ji vir û şûnde berpirsyarî êdî dikeve ser milê hêzên demokrasiyê û rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê. Divê ev derdor hevdîtinên daîmî yên parêzer û malbatan ên bi Rêber Apo re bişopînin. Ger ku di vê mijarê de qedexeyek derkeve, divê bibêjin ku ev pêkanîne hiqûqî nînin û nabe ku ev qedexeye bên danîn. Her wiha divê bînin ziman ku ev qedexeye wezareta dadê bi xwe rakiriye û li dijî van pêkanînan jî têbikoşin.

Di vê pêvajoyê de têkiliya di navbera demokratîkbûn û têkoşîna li dijî tecrîdê baş hatiye xuyanîkirin. Bi vê boneyê ger ku tecrîd careke din bikeve meriyetê, divê gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê jî li kêleka gelê kurd têbikoşin. Hem em û hem jî gelê me naxwaze ku bi tecrîda li ser Rêber Apo re bijîn. Tecrîda li ser Rêber Apo, li ser gelê me û hêzên demokrasiyê weke sepandineke zilm û zextê ye. Mîna duh, em ê ji vir û şûnde jî li dijî tecrîdê bêdeng nemînin. Tecrîd di heman demê de zilm û zexta li ser gelê me ye. Li dijî tecrîd, zilm û zexta li ser gelê me, em ê hem li zindanan û hem jî li her deverekê bê dudilî li ber xwe bidin.

Em rêz û girêdana xwe ya bi Rêber Apo re careke din tînin ziman. Em destnîşan dikin ku em ê hem di hêla ruh, beden û zîhnî de bihêztir bin û hem jî dê bi îradeyeke xurtir û têrker hevrêtiyê bikin. Em soz didin ku dê her tim li ser xeta jiyan û têkoşînê ya Rêber Apo bimeşin.

26 Gulan”