Girtiyê siyasî Sevgîn li dijî êşkenceyê ketiye rojiya mirinê

Bayram Sevgîn ê li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê li dijî êşkenceya ku lê tê kirin, 4 roj in ketiye rojiya mirinê.

Bayram Sevgîn 5 sal e li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin.

Dayika Ayşe Sevgîn piştî hevdîtina  bi rêya telefonê ya li gel kurê xwe kirî û şûnde ragihand ku Sevgîn ê 28 salî li dijî êşkenceyê ketiye rojiya mirinê.

Şevgîn anî ziman ku ji tenduristiya kurê xwe bi gikar e û got: “Ev du heftene ji kurê xwe ti agahiyekê nagirim. Bi awayekî asayî her hefte roja Pêncşemê bi rêya tefonê bi kurê xwe re dipeyivim. Lê ev du heftene li min nagre. Li ser mereqkirinê li rêveberiya girtîgehê geriyam, lê agahî nedan.”

Li gorî gotinên dayikê Sevgîn bi rêya telefonê gotiye; ‘Min bi zorê birin qawîşeke din. Gardiyan tim êşkence dikin. Ji ber vê yekê 4 roj in di rojiya mirinê de me.”

Dayik Sevgîn têkildarî mijarê xwestiye bi rêveberiya girtîgehê re bi telefonê baxive, lê rêveberên girtîgehê di dema axaftina bi rêya telefonê dihate kirin de, telefon girtine.

Dayika Sevgîn xwest ku daxwazên kurê wî bên bicihanîn.