Girtiyê nexweşê penceşêrê Çelik li ber mirinê ye!
Girtiyê nexweşê penceşêrê Çelik li ber mirinê ye!
Girtiyê nexweşê penceşêrê Çelik li ber mirinê ye!
Rewşa girtiyê nexweşê penceşêrê Abdul Samet Çelîk ê ku li 2'emîn Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê dimîne roj bi roj xirabtir dibe. Di rapora têkildarî rewşa Abdulsamet Çelîk hate amadekirin de hate diyarkirin ku, Çelîk li ber sînorê mirinê ye û her roj unîteyekî xwînê digire.
Rewşa girtiyên nexweş ên bi salan dermankirina wan hate taloqkirin, hate piştguhkirin her diçe rewşa wan giran dibe. Li gorî raporên ÎHD'ê 412 girtiyên nexweş ên 230 rewşa wan giran di girtîgehan de têkoşîna jiyanê didin. Ji van girtiyan yek jî Abdulsamet Çelîk ê ku ji doza PKK'ê li 2'yemîn Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê de dimîne ye. Rewşa Çelîk her roj ber bi nebaşiyê ve diçe.
Çelîk 20 salin di girtîgehê de ye û ji ber penceşêrê MDS'ê divê neqla mûjiyê hestî (îlîk) jê re bê kirin. Ligel raporên Çelîk ên "Nikare di girtîgehê de bimîne" hene dîsa jî nayê tehliyekirin û dê êdî dermankirina kemoterapî jê re bê kirin.
GIRTIYÊ NEXWEŞ ÇELÎK LI BER SÎNORÊ MIRINÊ YE
Parêzer Mesut Ozer rojên borî li girtîgehê hevdîtin pêk anîn û rewşa Çelîk kir rapor. Ozer bi girtiyê din ê bi navê Mehmet Can Oguzsoy re hevdîtin kir û derbarê rewşa Çelîk de agahî girtin. Di raporê de wiha hate gotin: "Abdulsamet Çelîk li ber sînorê mirinê ye. Çelîk berê hefteyê carekê unîteyekî xwînê digirt lê di rojên dewî de êdî her roj unîteyekî xwînê digire. Em dixwazin ku hem meclîs û hem jî Wezîrê Dadê bi mijarê re eleqedar bibin."
Nûnerê TUHAD-FED'ê yê Enqere Mehmet Baytekîn bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku, di pêvajoya "çareserî û aştî" tê axivîn de girtiyên nexweş terkî mirinê dikin. Baytekîn xemsariya wekîlên BDP'ê ya di vê mijarê de û rewşa girtiyan naynin rojevê rexne kir û wiha got: "Em tu wateyê nadin bêdengiya hilbijêran a li hemberî vê mijarê. Niha di girtîgehan de 60 girtiyên nexweş li ber sînorê mirinê ne. Ji ber helwesta dewletê ya faşîzan di girtîgehan de darbest dest bi derketinê dikin."
Baytekîn da zanîn ku, ew weke TUHAD-FED ji bo hemû girtiyên nexweş û bi taybet jî ji bo Abdulsamet Çelîk bang dikin û wiha axivî: "Em di serî de bang li komeleyên me û hem û rêxistinên kedê yên demokratîk dikin ku li hemberî vê yekê bêdeng nemînin. Em hemû kesî dewetî çalakiyên ji bo girtiyên nexweş dikin. Bi taybet em bang li malbatan dikin ku piştgiriyê bidin hev."