Girtiyê MKP'î Kadîr Yildiz dest bi greva birçîbûnê kir

Girtiyê MKP'î Kadîr Yildiz ê li girtîgeha Kandirayê, ji bo piştgiriyê bide berxwedêrên greva birçîbûnê yên dixwazin tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe, dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan kir.

Kadîr Yildiz ku ji doza Partiya Komunîst Maoîst (MKP) li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 2 a Kandirayê girtî ye, nameyek şand û diyar kir ku dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan kiriye. Yildiz, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ku 110 roj in di greva birçîbûnê de ye silav kir û got, "Dixwazim destnîşan bikim ku xwedîderketina li gevên birçîbûnê wezîfeyeke şoreşgerî ya me sosyalîstan e."

Yildiz got, "Em li ku dibin bila bibin divê em li pêşberî vê berxwedanê bêdeng nemînin. Li her devera em lê ne, divê bi şêweyên cuda yên çalakiyan em bi berpirsyariya xwe ya şoreşgerî rabin. Divê em xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derkevin ku 100 roj derbas kiriye."

Girtiyê ji doza MKP'ê diyar kir ji 20'ê Sibatê ve wî dest bi greva birçîbûnê kiriye û wê 10 rojan di grevê de bimîne.