Girtiya nexweş Bakir dawî li jiyana xwe anî

Girtiya nexweş Nûrcan Bakir ku piştî greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê hate sirgûnkirin dawî li jiyana xwe anî.

Nûrcan Bakir a 28 sal in girtî bû, piştî çalakiya greva birçîbûnê ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê derveyî daxwaza xwe sirgûnî Girtîgeha Bûrhaniyeyê ya Balikesîrê hate kirin. Bakir ji bo zextan şermezar bike dawî li jiyana xwe anî. Rêveberiya girtîgehê vê sibehê ji malbata Bakir re ragihand ku "Li odeya xwe dawî li jiyana xwe aniye" û cenaze birin Saziya Tipa Edlî.

'EZ Ê BÊDENG NEMÎNIM'

Bakir a 47 salî ku 2 sal mabû bê berdan û ji ber ku girtiya nexweş bû serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê da, doh bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. Hate ragihandin ku Bakir ji malbatê re gotiye, ew ê li dijî zilmê bêdeng nemîne û her roj di xewna xwe de zarokên tên qetilkirin dibîne.

Malbata wê ji bo cenazeyê Bakir werbigire çû Balikesîrê. Cenaze wê li gundê Kayakdere yê navçeya Omerî ya Mêrdînê bê veşartin.