Roja 3’yê berfanbarê li Holandayê gelek ciwanên Kurd hatin binçavkirin û ji vana 9 kes hatin girtin. Ev bûyer li bajarên Almanya Bern û Dusseldorfê bi çalakiyan hate protestokirin.
Derdora 100 Kurdistanî tevlî çalakiya ku li ber konsolosxaneya Holanda ya Bernê bûn û destegulek reş danîn ber konsolosxaneyê, û paşê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Holanda bal kişandin ku Holanda fuzeyên Patriot li Tirkiyeyê bi cih dike û bi vî awayî dilê hukûmeta AKP’ê xweş dike.
Çalakgeran bi rayedarê konsolosxaneyê Erik van den Akker re hevdîtin pêk naîn û xwestin ciwanên Kurd ên ku hatine girtin di demeke zû de serbest bên berdan.
LI DUSSELDORFÊ PROTESTO
Her wiha, bi heman armancê li Dusseldorfê çalakî hebû. Kurdistaniyan li ber konsolosxaneya Holandayê çalakiyek li dar xistin. Kurdistaniyên ku tevlî çalakiya ji aliyê YEK-KOM’ê ve hate organîzekirin bûn, hukûmeta Holandayê protesto kirin.
Di çalakiyê de pankartên weke “Ji komkujiya Tirkiye bi hevkariya NATO’yê li dijî Kurdan dê pêk bîne re na!”, “Ji bo ciwanên Kurd ên li Holandayê azadî!”, “Ji komkujiya Kurdan ya bi hevkariya Holandayê re na,” “Ji bicihkirina sîstema patriotan li Kurdistanê re na!” û “Ji makîneyên mirinê re na!” hatin vekirin.