Girtina rêveberên TV10 li Kolnê hate şermezarkirin

Girtina rêveberên TV10 Velî Buyukşahîn û Velî Haydar Guleç ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve, li bajarê Koln ê Elmanyayê hate şermezarkirin.

Zext û zordariya rejîma AKP'ê ya li ser rêveber û xebatkarên TV10 dewam dikin, ku qenala televîzyonê ya navborî bi biryarnameyê 29'ê Îlona 2016'an girtibû.

Piştî kameramanê televîzyonê Kemal Demîr, çend roj berê rêveberên wê Velî Buyukşahîn û Velî Haydar Guleç li Stenbolê di serdegirtina malên xwe de hatin binçavkirin û dûre ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Xebatkarên televîzyonê li ber girtina rêveberên xwe rabûn û li bajarê Koln ê Elmanyayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ev yek şermezar kirin. Xebatkaran xwestin Buyukşahîn, Guleç û Demîr bên berdan.

'DIVÊ RÊVEBERÊN ME TAVILÊ WERIN BERDAN'

Daxuyaniya çapemeniyê li Heûmarktê hate dayin û tevî xebatkarên TV10 her wiha ji Arti TV Fehîm Işik, ji Hayatin Sesî Yucel Ozdemîr, rojnamevan Gunay Aslan, parêzer Mahmût Şakar û gelek kesên di tevlî bûn.

Bi navê xebatkarên TV10 Şukru Yildiz daxuyaniya çapemeniyê xwend û bi bîr xist ku TV10 televîzyoneke ku bi pariyên Elewiyan ava bûye. Yildiz got, "TV10 ji Roboskî heta Mereşê hemû çalakiyên protestoyî, ji bombeyên teqiyan heta bajarên di nava şer de şewitîn, ji meydanên hilbijartinê heta kûrahiya kolanan, gelek bûyer weşand. Herî dawî berxwedana Elewiyan a li Terolar a Mereşê 56 rojan bi rengekî zindî weşand."

Yildiz da xuyakirin ku ew dixwazin rêveberên TV10 Buyukşahîn û Guleç û kameramanê TV10 Demîr werin bedan û got, "Velî Buyukşahîn û Haydar Guleç rûmeta çapemeniya azad in. Berdevkên dengê civaka Elewî, hevalên me yên pêşî li civaka xwe vedikin divê werin berdan. Pêwîste dawî li zextên li ser çapemeniyê bê anîn."

Ji Arti TV rojnamevan Fehîm Işik, ji Hayatin Sesî rojnamevan Yucel Ozdemîr jî daxuyanî dan û zextên li ser çapemeniyê şermezar kirin.