Gireva karkerên Hawa-Îş'ê destpê kir

Gireva karkerên Hawa-Îş'ê destpê kir

Sendikaya Hava- Îş'ê piştî di hevdîtinê peymana kar a giştî de bi karsazan re li hev nehatin, biryara girevê girtibû. Gireva karkeran seet di 03.00'an de destpê kir.

Piştî Sendîkaya Hava-Îş'ê di hevdîtinên Peymana Kar a Giştî ya serdema 24'emîn de bi THY'ê re li hev nehatin biryara girevê girtibû û girevê seet di 03.00'an de li Balefirgeha Ataturkê destpê kir. Balefirgeh ji aliyê hêzên çewîk ê polîsan ve hate dorpêçkirin. Nûnerên sendîkayan û karmedên di beşên hava îş'ê de dixebitîn ji ber ku destûr nedan pankarta girevê li ketina Termînala Xetên Derve daliqînin li avahiya Midûriyeta Giştî ya THY'ê daliqandin. Karkerên pankart daliqandin pişt re derbazî Navenda Giştî ya Hava-Îş'ê ya li Bakirkoyê bûn. Çavdên girevê li ber Midûriyeta Giştî ya THY'ê nobetê digirin.

Karkerên plan dikirin ku, li ber Termînala Xetên Derve çalakiyê li dar bixin dikirin ji ber ku di bin dorpêçiya polîsan de ye dê seet di 10.00'an de li ber Midûriyeta Giştî ya THY'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Li aliyê din Muşavîrê Çapemeniyê yê THY'ê diyar kir ku, piştî girevê dest pê kir heta niha 83 seferên wan bê pirsgirêk hatin kirin.