Gerîla, artêşa Tirk dixe bin kontrola xwe û lê dide!

Heke li cihekî têkçûna artêşa Tirk hebe divê mirov li wê derê qala amadekarî, bawerî, sebir û lêdana zîrektiyeke din bike.

Di demên dawîn de di daxuyaniyên HPG’ê de tê gotin ku, hêzên gerîlayan leşkerên Tirk dixin bin kontrolê û li wan dide?

Ev kontrol çawa pêk tê?

Di heman demê de li hêza hember bandoreke çawa ya psîkolojîk çêdike?

Lê vê carê mesele cihê ye.

Ji bo ku lidarxistina çalakiyeke bi vî rengî serdestiya li eraziyê têr nake divê tu serdestî tevgerên aliyê hember jî bî û texmîn bikî ku ew dikare çi bike û çawa bike.

Yekîneyên gerîlayan bi çi awayî eraziyê kontrol dikin?

Beriya her tiştî yekîneyên gerîlayan li cihên talde û xef ên eraziyê bi cih dibin û serdestiyê li eraziyê dikin. Vê yekîneya gerîlayan dibe ku du kes bin û dibe ku zêdetir be. Ne mumkun e ku artêşa Tirk bi teknolojiya xwe ya şer karibe yekîneya gerîlayan a ku li gorî eraziyê xwe bi cih kiriye û li gorî wê xwe kamûfle kiriye, tespît bike.

Yekîneyeke artêşa Tirk a ku hatiye tespîtkirin, a rast yekîneya ku tevger û awayê wê yê xebatê ketiye kontrolê, saetekê, rojekê, hefteyekê carinan mehekê dikevin bin kontrola gerîlayan û ji bo şopandin û çavdêriya yekîneya artêşa Tirk bênavber çavdêrî tê kirin û piştî ku mekan, zeman û tarza wan hate fêmkirin, êdî dimîne ku wê çalakî kîngê were lidarxistin.

Vê xebata şopandin û çavdêriyê ya ku jê re sebir û baldarî hewce ye, li gorî gotina ‘şer, beriya şer tê qezenckirin’ nîşan dide ku ka wê çalakî bi ser bikeve yan na. Keşfa baş, îstîxbarata baş çalakiya baş e.

Çalakiyên bi vî rengî ji nêz ve tên kirin. Çalakiyên bi vî rengî surprîz tên dîtin û bandoreke giran a psîkolojîk li ser hember çêdike.

Guherandina şertên maddî û awayê fikrê, bandora xwe li ser şer jî çêkiriye. Her du alî ne bi tenê li ser çek û cebilxaneyan li ser bingeha şerê hiş û psîkolojîk jî xwe didin der.

Di şerên îro de dewletên wekî ya Tirk faşîst û bi hişmendiyeke qirker şerekî qirêj û taybet dike, ji aliyekî ve dixwazin kirinên xwe veşêrin. Hêzên gerîla yên li hemberî van dewletan jî şer dikin taktîkên xwe zêdetir kirine.

Dewleta Tirk dixwaze bi rêya medyayê şerê psîkolojîk bike lê hêzên gerîlayan ji dêvila vî tiştî li qada şer psîkolojiya dijmin xera dike. Gerîla di her çalakiya xwe de serdestî û hêza xwe derdixe holê.

Ji bo fêmkirina vê psîkolojiyê mirov li vê nûçeyê binihêre bes e. ‘Di 30’ê Tîrmeha 2017’an de li Çiyayên Testere yên Çelê dema ku leşkeran hev diguherandin leşkerê bi navê Semîh Akyildiz (26) ji aliyê leşkerekî din ê yekîneya xwe bi hinceta ku rêxistina terorî ketiye nav wan û dike çalakiyekê li dar bixe, bi şaşî hate kuştin.’ Dema ev nûçe were şîrovekirin wê rastî were fêmkirin.

Nûçeya li jor diyar dike ku çalakiyên bi vî rengî yên HPG’ê bandoreke çawa li ser artêşê çêkiriye. Bi vê re em dibînin ku îddîaya artêşa ya ku dibêje înîsîyatîfa şer di destê me de ye çiqasî dûrî rastiyê ye û bêbingeh e.

Çalakiyên bi vî rengî ên gerîlayan diyar dike ku leşkerên di nav artêşa Tirk de bi hev ewle nabin û li derdora xwe çi bibînin çi zindî yan jî ne zindî, guleyan li her tiştî direşînin û ev tişt jî diyar dike ku leşker ne ji tedbîrê ji neçarî tiştên wisa dike.

Rastiya artêşê ev e ku xwebaweriya wê kêm bûye lê bi gotinên dewleta mezin û artêşa mezin xwe dixapîne, bi dehan salan ligel taktîk û teknolojiyê li hemberî gerîlayan têk diçe.

Em qala dewleteke wisa dikin ku bi qûle û avahiyan dixwaze xwe biparêze, mirovan dike sîxur û wan li çiyayan qaşo wekî gerîlayan didin jiyîn û bi wan operasyonan dikin, pergala şopandinê bi rêya teknîkê dike. Dewlet tedbîrên xwe yên leşkerî pêk tîne û û gerîlayan jî ‘çend kes’ û ‘terorîst’ dide nîşandan. Heke li cihekî têkçûna artêşa Tirk hebe divê mirov li wê derê qala amadekarî, bawerî, sebir û lêdana zîrektiyeke din bike.

Di encamê de çalakiyên bi vî rengî yên gerîlayên HPG’ê artêşa Tirk ditengijîne. Wê baş be ku mirov daxuyaniyên artêşê yên ku dibêjin “bi rêya balefirên me yên keşfê nikarin tevbigerin, her dem di bin kontrola me de ne” berevajî binirxîne. Ji 24’ê Tîrmeha 2015’an û heta niha gerîlayan 6 hezar leşker û polîs kuştine. Reqemên bîlançoya HPG’ê ya ku çend roj berê eşkere kiribû jî diyar dike bê ka kê kî xistiye bin kontrola xwe.

Artêşa Tirk di şer de pişta xwe dide makîneyan û bi rêya medyayê şerê taybet dike. Hêzên gerîlayan jî xwe dispêrin zîrektî û baweriyê û bi slogana “mirov teknîka herî mezin e” li herêmê serdestiya xwe nîşan dide û li hemberî hikumeta AKP’ê şer dike û ev şer didome.