Gelo sîxurên dewleta Tirk ji aliyê Swîsreyê tên parastin?

Polîsê Swîsreyî yê bi eslê xwe Tirk, ji ber ku sîxurî ji dewleta Tirk re kiribû hatibû girtin û piştî demek kurt hat berdan. Ji ber vê jî ev pirs tê bîra mirov, “Gelo sîxurên dewleta Tirk ji aliyê Swîsreyê tên parastin?”

Di dosyeya Yasîn Serîn de ê ku bi eslê xwe Tirk e û polîsekî Swîsreyî ye, tiştên balkêş tên jiyîn. Ev kes ji ber sedema sîxuriyê li Baselê ya Swîsreyê hatibû girtin û piştî demeke kurt serbest hate berdan.

ÇI BÛBÛ

Basler Zeîtûngê diyar kiribû ku Serîn ji dewleta Tirk re sîxurtiyê dike û Polîsên Kantona Baselê û Dozgeriya wê ji ber vê sîxurtiyê têkildarî Serîn lêpirsîn dabû destpêkirin.

Li gorî agahiya Serîn agahiyên kesên li dijî Erdogan û AKP’ê bi dest dixist û ji Tirkiyeyê re dişand.

Piştî ku têkildarî Serîn ev agahî derketin holê Şefê Polîsên Kantona Baselê Gerhart Lîps diyar kiribû ku wî îstîfa kiriye. Piştî îstîfaya wî du meh derbas bûne lê hê jî sedemên xwe baş diyar nekiriye. Tê diyarkirin ku yek ji sedeman jî sîxurtiya Serîn a ji bo dewleta Tirk e.

SERDOZGERIYÊ BIRYAREKE ÇAWA DA?

Hate tespîtkirin ku Serîn agahiyên 160 kesan ji navenda polîsan şandiye ji DewletaTirk re.

Ligel van tiştan Serdozgeriyê got, “Sîxurtiya Serîn a ji bo dewleta Tirk nehatiye tespîtkirin” û wê tenê ji ber ku, “peywira xwe ji bo tiştên xerab bi kar aniye” wê lêpirsîn lê were vekirin.

Serdozgeriyê navê 160 kesan diyar nekir û name ji 160 kesan re şandiye û biryar daye ku ew dikarin li dijî Serîn dozekê vekin.

PISPORAN GOTIN ÇI

Piştî nerazîbûna li hemberî serbestberdana Serîn, parlementoya Kantola Baselê xwest ku bila kesên pispor lêkolînê bikin.

Di encama lêkolîna Prof. Dr. Felîx Ûhlmann ê Zanîngeha Zurîhê de, derket holê ku têkildarî Serîn îhmalkariyeke mezin hatiye kirin.