Di vê demê de, ku êrîş û hewldanên dagirkirinê yên rejîma Erdogan ên li dijî Efrînê û gelemperiya Rojavayê Kurdistanê di rojevê de ne, Elmanya zend û bendan ba dide ji bo artêşa Tirk nû bike.
Derketibû holê ku Elmanyayê ji bo berdana welatiyên Elman ên ji aliyê rejîma Erdogan ve dîl hatine girtin, bazareke qirêj kiriye. Ev bazara ku Wezîrê Karên Derve yê Elman Sîgmar Gabrîel lê mikur hat, lê piştre ji gotinên xwe vegeriya, eşkere bû ku li ser bazirganiya çekan e.
Di hejmara dawî ya kovara Der Spîegelê de ku rojên Şemiyê tê weşandin, hat ragihandin ku hikumeta Elman a federal dixwaze plana fîrma parastinê Rheînmetall a ji bo nûkirina tankên Leopard ên di destê artêşa Tirk de ne, erê bike.
Hat destnîşankirin ku ev plan di hevdîtina destpêka meha Çileyê ya navbera Gabrîel û hempîşeyê wî Yê Tirk Mevlut Çavûşoglû de hatiye rojevê û biryar hatiye dayin ku rayedarên parastinê yên her du hikumetan di demeke nêz de mijarê binirxînin.
TANK WÊ LI DIJÎ MAYINAN BÊN PARASTIN!
Artêşa Tirk dixwaze, tankên Leopard ên beriya niha ji Elmanyayê kirî ye, li dijî xefikên bombeyî û mayinan xurtir bike. Artêşa Tirk, havîna 2016'an di dema dagirkirina Sûriyeyê de 10 tankên wan ji ber qelsiya ji aliyê parastinê ve xisar dîtibûn.
Tirkiyeyê ji bo plana nûkirina tankan Adara bihurî serî li Elmanyayê dabû. Lê belê îhaleya ku Rheînmetallê xwest bi dest bixe, ji ber tengezariya bi rejîma Erdogan re hatibû sekinandin. Demeke kin beriya serdana Çavûşoglû ya li Elmanyayê, tê gotin ku rêveberên Rheînmetallê bi Gabrîel re rûniştine û bi israr xwestine ku karê nûkirina tankan bidin wan.
DI DORÊ DE PROJEYA ÇÊKIRINA 1000 TANKAN HEYE
Di navbera Rheînmetall û Saziya Endustriya Kîmya û Makîneyê ya Tirk (MKEK) de beriya niha li ser hilberîna cebilxaneyan û modernîzasyonê de gelek peyman hatibûn mohrkirin. Di nava vê projeyê de li gel nûkirina tankên Leopard her wiha hilberîna cebilxaneya balafirên şer li Tirkiyeyê jî hebû.
Projeya tankê Altay ku berdêla wê bi qasî 7 milyar Euro ye, îhaleya beşa destpêkê ya ji 100 heta 200 tankan ketibû destê Rheînmetall û fîrmaya Tirk a hilberîna qemyon û otobusan BMC. Her du fîrmayan li Enqereyê RBSS ava kirin û 40 ji parên RBSS'ê di destê Rheînmetall de ne.
Ji bo sîparîşa destpêkê ya ji hezar tankan, hikumeta Elman a federal divê îsal biryarê bide. CEO'yê Rheînmetallê Armîn Papperger jî dabû xuyakirin ku gelek projeyên wan ên ji bo artêşa Tirk li benda bicihanînê ne. Papperger diyar kiribû ku sala 2015'an biryar li ser hilberîna tankên ji bo artêşa Tirk hatibû dayin û ji bo vê jî çûbû Qesra Erdogan.