Gelo ev sûcê xespê ye an yê nefretê ye?

Gelo ev sûcê xespê ye an yê nefretê ye?

Çarşema hefteya bo îl i Beyoglu ya Stenbolê du ciwan piştî êrîşa kuçikên kolanan piştre jî rastî êrîşa 3 kesan hatin. Ciwanên ku bi kêrê û daran hatin derbkirin, ji bo gilî bikin hewlda da agahî  bidin polîsan. Lê vê carê rastî gotinên nefretê yên wekê ‘ji kurdan re mirin’ hatin. Her du ciwanan diyar kirin ku polîsan êrîşkar serbest berdane û got bi vê yekê polîsan sûc rewa dike.

Li Beyoglu taxa Katîp Çelekî bûyer pêk hat. Vahap Ayhanê 28 salî û Gokçe Olçer yê 29 salî êvarê saet nêzî 2’an ji Kolana Maç berbi Cadeya Îstîklalê dimeşiyan. Li vir rastî êrîşa kuçikan hatin. Ayhan bûyer wiha ji ANF’ê re vegot: “Em çûn kolan êdu kuçikan êrîşê me kirin. Em reviyan. Kuçikekî bi lingê min girt. Yê din jî lingê min yê din girt. Di wê demê de ji aparmanekî 3 ciwanên temenê wan di navbera 18 û 25’an de diguherî ji avahiyekê bi darên mezin derkatin. Berbi min hatin. Min got belkî dê kuçikan ji min veqetînin. Lê êrîşê min kirin. Her sê ciwan û du kuçikan di carekê de êrîşê min kirin.

Ayhan anî ziman ku êrîşkaran piştî demekê xwestina çanteyê wî bidizin  û got: “Hewldan çenteyên min bigirin. Min nehişt. Serê kolanê jî nexweşxane hebû. Ez bi alîkariya hevalê xwe çûm. Lê li pey me hê jî di,hatin. “

Ayhan got piştî êrîşê hema agahî dane polîsan û got dema polîsan hatine avahî nîşan dane lê polîsan ji wan re gotiye em nekarin wan j imalê bigirin.

JI KURDAN RE MIRIN

Li gorî vegotinên Ayhan ji êrîşkaran yekê ji avahiyê nîşaneya nîjadperestiyê kiriye û gotiye ‘Qehr bin kurd’ û wiha pê de çû: “êrîşkaran bê navber j ime re digotin; Em Anatolya hatin, em ji Edenê ne. Em tirkin! Bimirin Kurd. Xaîn kurd.”

Ayhan û Olçer da zanîn ku ew li dijî bûyerê matmayî mane û got bûyer bi vê jî ne sînor bû.