Gelo DYA pêkanînên xwe yên li dijî Îranê dê kêm bike?

Gelo DYA pêkanînên xwe yên li dijî Îranê dê kêm bike?

5 endamên  Konseya Ewlehiya Netewên Yekbûyî û Heyeta Îranê ya bi (5+1) ya ji Almanyayê pêk tê, ji bo ku bernameya nukleerê ya Tehranê nîqaş bikin, li bajarê Cenevre ya Swîsreyê tên cem hev.

Her du alî dê du rojan ji bo çareseriya pirsgirêka  ku ji ber sedema xebatên Nukleera Îranê dest pê kir, li çareseriyê bigire. Îran ji bo ku pêkanîn (ceza) rabibin, dayîna peyamên lihevkirinê didomîne.

Li aliyê din muzakeravanê nukleerê yê payebilind yê Amerîkayê, ji Beşa Farsî ya Dengê Amerîkayê re nirxandin kir û  da zanîn ku dema rawestandina pêkanînên (cezayên) li ser Îranê pêk tên, hatiye.

Wendy Sherman ku di muzakereyên Nukleerê de Amerîkayê temsîl dike da zanîn ku ji bo di van hevdîtinan de pêşveçûn pêk were divê navberê bidin van cezayan.

Sherman da zanîn ku Obama û Wezareta Karê Derve ji bo ku ev cezakirin nerm bibin an jî navberê bidinê  dê bi Kongreyê re bixebite û di vê mijarê de muzakereyên cidî didomîn.

ÎRAN: EM DIXWAZIN BÊBAWERÎ RABE

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cevad Zarîf got pirsgirêka nukleerê dikare bê çarserkirin û got hevdîtin dê pir  wan biwestîne û lê got armanca wan eve ku dîwarê bêbaweriyê hilweşînin.

Zarîf ji Televîzyona Îranê jî re jî axivî û got welatî wî ji hilberîna çekên nukleerê dure û ev jî polîtîkaya Komarî Îslamî ya Îranê ye.

Her wiha Zarîf ji rojnameya Fransiz Le Monde re axivî û got vê hefteyê biçin encamekê.

Beriya hevdîtinan berdevkê nûnerê Yekitiya Ewropayêya Bilind Catherîne Ashton, Mîchael Mann jî axivî û got ger Îran bi rastî ji bo çareseriya pirsgirêkê amade be, wê demê tiştên ku me heta niha gotiye emê ji nûve eyar bikin.

ROJAVA ÇI DIXWAZE

Tê xwestin ku Îran faliyetên dewlemendkitiya uranyumê kêm bike. Her wiha li beramberê vê tê xwestin ku ambargoyên li ser wan bê rakirin.