Gelo bihevketina Merkel û Erdogan wê bi kêrî Kurdan bê?

Hikumeta Merkel ku ragihand, wê ji ber bêhiqûqî û binpêkirina mafên mirovan li dijî rejîma Erdogan dest bi pêkanînan bike, gelo wê hiqûq û edaletê ji bo Kurdan bixe meriyetê?

20'ê Tîrmeha 2017'an, wê di têkiliyên 200 salî yên Tirkiye û Elmanyayê de weke dema herî zor û zehmet bê nivîsandin. Wê rojê Wezîrê Karên Derve yê Elman Sîgmar Gabrîel, piştî ku aktîvîstê mafên mirovan ê Elman Peter Steûdtner li Tirkiyeyê hate girtin, daxuyaniyek da çapemeniyê û li ser navê hikumeta Elmanya ya Federal hin pêkanînên li dijî rejîma Erdogan eşkere kir. Bi van pêkanînan re dixwest bêje ku Tirkiye wê ji ber pratîka xwe ya du salan bê cezakirin. Lê belê heman Elmanyayê, kiryarên rejîma AKP'ê ev du sal in ji nedîtî ve dihat û ev xemsariya wê dibû sedem ku rejîma Erdogan hê bê perwa bibe.

Du hefte beriya hilbijartinên 1'ê Mijdara 2015'an, Merkel li Qesra Erdogan bi Erdogan re wêne kişand û ev yek jî wê hewldanek rizgarkirina rejîma Erdogan di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de. Tevî rexneyên tund jî Merkel di nava 2 salan de 6 caran serî li Tirkiyeyê da. Her carê jî gelek tawîz da desthilatdariya Erdogan.

Têkildarî hovîtiya li jêrzemînên Cizîrê, ji bo pirsa "Hûn çima li pêşberî hikumeta Tirk bêdeng in?" Wezîrê Karên Hundir ê Elman ev bersiv da bû: "Em nikarin di mijara mafên mirovan a hemû cîhanê de bibin hakem. Sibê êvarê nabe ku em Tirkiyeyê rexne bikin."

ELMANYAYÊ DI NAVA 2 SALAN DE CEZA LI 11 SIYASETMEDARÊN KURD BIRÎ

Di vê navberê de rejîma Erdogan, bi îdîaya "Piştgiriyê dide PKK'ê" li dijî tevgera azadiyê ya Kurd çi ji dest hat kir. Di nava 2 salan de li 11 siyasetmedarên Kurd û aktîvîst Bedrettîn Kavak, Mehmet Demîr, Mûstafa Çelîk, Kenan Baştû, Alî Ozel, Ahmet Çelîk û Alî Hidir Dogan ên li Elmanyayê hatin girtin, 2 sal heta 3,5 salan cezayê girtîgehê birî.

Dema ku hikumeta Merkel û rejîma Erdogan bi hev diketin jî, li du siyasetmedarên Kurd ceza hate birîn. Dadgerên Elman li Stûttgartê 3 sal û 3 meh ceza li Mûhlîs Kaya, li Hambûrgê jî 2 sal û 9 meh ceza li Zekî Eroglû birîn.

4500 DOSYAYÊN VEGUHERÎN REWŞEKE NEPENÎ

Têkildarî 4500 dosyayên 'PKK'yî' ku di navbera hikumeta Merkel û rejîma Erdogan de veguheriye rewşeke nepenî, gotinên her du aliyan hev nagire. Di meha Hezîranê de hem Wezîrê Karên Derve Gabrîel hem jî Wezîrê Karên Hundir ê Elman qala 4500 dosyayên li dijî Kurdan hatine vekirin kirin. Gelo ev dosya ew dosya ne ku Erdogan dibêje, "Min dosyayên 4500 PKK'yiyan da Merkel." Bersiva vê pirsê nayê dîtin.

Herî dawî yek ji berdevkên hikumeta Merkel Ûlrîke Demmer bersiv da pirsek ARD'ê ya li ser mijarê û got, "Em gelek caran li ser van dosyayan axivîn. Di vê mijarê de rewşeke nû nîne." Berdevkê Serokwezîr Merkel Steffen Seîbert jî di meha Nîsanê de gotibû, "Li ser wergirtina van dosyayan agahî li ber destê me nîne."

Lê belê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan di hevpeyvîna xwe ya meha Tîrmehê ya bi rojnameya "Dîe Zeît" re ji nû ve qala van dosyayan kiribû û gotibû," Min 4500 dosya da Merkel û min jê re got, van terorîstan radestî me bike. Heta ku hûn vê nekin, wê çaxê hûn destekê didin terorîstan."

Wezîrê Sporê yê Tirk Akîf Kiliç jî di meha Adarê de gotibû, ku ew dosya sala 2011'an di dema civîna bilind a G20'an a li Fransayê de li pêş çavên wî radestî Merkel hatiye kirin.

'DOSTÊ TIRK KOHL ÇÛ, QEDEXEYA WÎ MA'

Hikumeta Elman jî têkildarî qedexeya li ser PKK'ê ku ji sala 1993'an û vir ve didome, argumanan timî diguherîne. Ev biryara ku berê dihate gotin, ji ber endametiya Tirkiyeyê ya NATO'yê û 'berjewendiyên derve' hatiye girtin, niha tê gotin, ku ji ber 'ewlekariya navxweyî ya Elmanyayê' ye.

Serokwezîra demê Tansû Çîller 20'ê Îlona 1993'an hatibû Elmanyayê û piştî ku bi Serokwezîr Helmût Kohl re hevdîtin kir, gava ji bo qedexekirina PKK'ê hate avêtin.

26'ê Mijdara 1993'an di civîna wezîrên karên hundir a 16 eyaletan de wezîrê karên hundir ê federal Kanther bultena ji 53 rûpelan a ku PKK'ê bide qedexekirin eşkere kir. Di vê bultenê de li ser şewitandina gundan, şer û şîdeta li Kurdistanê û komkujiyên ji aliyê artêşa Tirk ve hatin kirin, gotinek jî cih nedigirt.

Di çarçoveya qedexeyê de polîsan di nava şevekê de avêtin ser gelek saziyên Kurdan û 29 komeleyên Kurd ên ser bi FEYKA-Kurdistanê û ew girtin. Piştî rojekê rojnameya Hurriyetê bi manşeta "Danke Herr Kolh" (Spas birêz Kohl) hate weşandin.