Gelê Gazî xwerêveberî ragihand
Gelê taxa Gazî xwerêveberî ragihand.
Gelê taxa Gazî xwerêveberî ragihand.
Însiyatîfa Gel a Gazî, li taxa Gazî ya Sûltangazî meşiya û xwerêveberî ragihand. Di meşa ku ji avahiya HDP'ê ya Sûltangaziyê heta Lîseya Şaîr Abay a Taxa Gaziyê de pankarta bi nivîsa "Ji Rêbertî re azadî nêzîkatiya li hemberî Ocalan nêzîkatiya li aştiyê ye" hate vekirin û welatiyan dirûşmên "Xeta me Bêrîtan, Rêberê me Ocalan" "Wê heq hiqûq edalet bi PKK'ê re bê" "Em hemû Zîlan in, em ê bibin bombe û bibarin" berz kirin.
Piştî meşê li ser navê Însiyatîfa Gel a Gaziyê Endama Koordînasyona KJA'yê ya Stenbolê Gulsen Bîter daxuyanî da û diyar kir ku pêvajoya çareseriyê ya di Newroza 2013'an de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ve hate destpêkirin ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hatiye pûçkirin û şer li ser gelê Kurd tê ferzkirin.
Bîter bilêv kir ku li Kurdistanê bi qetlîamên li hemberî xweza, jin û ciwanan li dijî gelê Kurd şereke topyekûn hatiye destpêkirin û got: "Li dijî vê yekê gelê Gaziyê yê kedkar ê ku ziman, ol, çanda wan cuda be jî jiyan parve kirine êdî dema ku bibêjin 'êdî bes e' hatiye."
Bîter diyar kir ku li dijî van qetlîaman gelê Gaziyê de wê xwerêveberiyê ava bike û parastina xwe bi xwe bike.
Daxuyanî bi qîrîna dirûşmeyan û bi çepikan bi dawî bû.