Gel xwedî li namzetên HDP’ê derdikevin
Namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê bi gel re dicivin û diçin serdana saziyê civakî yên sivîl. Namzet di hevdîtinan de grevên birçîbûnê silav dikin û dixwazin bila tecrîd were rakirin.
Namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê bi gel re dicivin û diçin serdana saziyê civakî yên sivîl. Namzet di hevdîtinan de grevên birçîbûnê silav dikin û dixwazin bila tecrîd were rakirin.
Namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê yên Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen çûn serdana esnafên li bajêr û li taxan bi gel re civiyan. Bîlgen derbarê xebatên hilbijartinê de got ku, “ Şaredariya Qersê ya ku di destê MHP’ê de bû di bin deynan de maye û bi nelirêtiyan tê rojevê. Ev şaredarî nikare mazotê ji wesayîtên xwe re bibîne. Ji bo ku em ji vê rewşê rizgar bibin, 31’ê Adarê firsendeke dîrokî ye.”
WAN
Li Taxa Xaçortê ya Wanê jî bi tevlêbûna namzetê hevşaredariya Rêya Armûşê yê HDP’ê Azîm Yacan û gel buroya hilbijartinê hate vekirin.
Yacan di vekirina buroya hilbijartinê de bal kişand ser tendirustiya Leyla Guven a ku 112 roj in di greva birçîbûnê de ye. Yacan diyar kir ku 30 sal in dora Taxa Xaçortê bi tankan hatiye girtin û got ku, “Lê careke din gelê Xaçortê diyar kir ku, ew bi partiya xwe re ye. Di 31’ê Adarê de Taxa Xaçortê wê helwesta xwe diyar bike.”
Namzetê hevşaredariya Westanê yê HDP’ê Veysî Şeker jî çû serdana gundê Hasbey û diyar kir ku gelê Westanê her dem ji bo aştiya gelan têdikoşe.
OSMANIYE
Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Osmaniyeyê namzetê xwe yê ji bo şaredariya Osmaniyayê Mehmet Alî Ozkal da nasandin. Bernameya nasandinê li avahiya bajêr a HDP’ê hate kirin û parlementera HDP’ê Ayşe Surucu, rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyan û gel tevlê bûn. Surucu bi silavkirina Leyla Guven dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku divê tecrîd were rakirin.
MELETÎ
Namzetên hevşaredariyê yên şaredariya bajarê mezin a Meletiyê Îhsaf Aktaş û Yûsûf Bozkûş jî çû serdana ÎHD û ÇGD’ê. Aktaş di serdanê de axivî û got ku, “Em ê aştî û demokrasiyê bînin welat. Ji bo sazkirina rêveberiya demokratîk em bûne namzet. Em amade ne ku vî bajarî bi nêrîna jinê bi rê ve bibin.”
Namzet Yûsûf Bozkûş jî medyaya giştî û herêmî rexne kir û got ku, “Mixabin di çapemenî û medyayê de cih nadin me. Lê em ê li qadê van tiştan her dem ji gelê xwe re bibêjin.”
MÊRDÎN
Xebatên namzetên HDP’ê yên ji bo hilbijartina xwecihî didomin. Li navçeya Qoserê buroya hilbijartinê hate vekirin. Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, namzetên hevşaredariya Qoserê Nilûfer Elîk Yilmaz û Saliha Kûday, parlamenterên Mêrdinê Tûma Çelîk û Ebrû Gunay beşdarî vekirina buroya hilbijartinê bûn.
Gel eleqeyek mezin nîşanî namzetan dan û ji bo vekirina buroya hilbijartinê li Qada Azadiyê li hev kombûn.
Namzeta Hevşaredariya Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz got; “Yên me nas nekin bila temaşeyî dîroka me bikin ew ê me nas bikin. Mêrdîn ‘YA ME YE’, Qoser ya me ye, şaredarî yên me ne.”
Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdinê Ahmet Turk jî got; “Gelê Kurd hertim bi rûmet û şeref e. Em ê bersivek mezin bidin vê siyaseta qeyûman. 31’ê Adarê ew ê gel xwedî îradeya xwe derkeve û bersiva pêwîst ew ê bidin siyaseta nîjadperest û netewperest.”
Turk Leyla Guven û çalakgerên grevên birçîbûnê silav kir û peyama “Em ê serî netewînin” da.
MERSÎN
Serlêdana namzetiyê ya Namzetê Hevşaredariya navçeya Akdenîz ya Mersînê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Aleddîn Erdogan ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê ve bi hinceta “qeyda sicîlê ya edlî” hatibû redkirin.
Li ser vê Erdogan bi rêya parêzeran li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr îtiraz kiribû. Desteya Hilbijartinê ya Bajêr jî bi yekitîya dengan îtiraz red kir.
Tê payîn ku Aleddîn Erdogan bi rêya parêzeran serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bide.