Gel ji Erdogan re got: Erdogan îstîfa bike!

Piştî bilindbûna nirxê pereyên biyanî li navendên pereguhertinê gel li Enqere û Stenbolê herikî kolanan û Erdogan vexwandin îstîfayê.

Bi bilindbûna nirxê pereyên biyanî li navendên pereguhertinê Dolar giha 13.50 TL, Euro jî heya 15.01 bilind bû.

Bi daketina nirxê TL’ê û kurbûna krîza ekonomîk re gel li Stenbol û Enqerê daket kolanan.

Li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê endamên Partiya Karkerên Tirk (TÎP) û Partiya Ji Nû Ve Avabûna Sosyalîst (SYKP) û gelek welatî daketin kolanan û AKP û Erdogan şermezarkirin.

HIKUMET ÎSTÎFA

Endamên SYKP’ê pankarta “Wiha naçe, Tayyîp îstîfa” vekiribûn û bi meşaleyên di destê wan de meşiyan. Di tevahiya meşê de dirûşme hatin berzkirin.

TÎP jî li ber Şaxa Banka Navendî ya Stenbolê ya li Kadikoyê hatin cem hev û daxuyaniya çapemeniyê dan.

Di daxuyaniyê de pankarta “We herimand, hûnê werin darizandin hikumet îstîfa” hat vekirin. Di dema daxuyaniyê de berdewam dirûşmeya “AKP wê hesab bide gel” hat berzkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku AKP’ê Tirkiye ber bi heldêrê aniye û hat ragihandin, “Emê yên herimandî darizînin, emê ji yên nanê me dizînî hesab bipirsin. Emê Tirkiyê ji tarîtiyê derxînin û bigihînin ronahiyê.”

Li taxa Esat a Çankayayê jî tevî astengiyên polîsan bi dehan kes bi berzkirina dirûşmeyên “AKP îstîfa” meşek lidarxistin.