Gel bi ser Meydana Gundogdu de şeqitîn

Li Izmîrê gel bi ser Meydana Gundogdu de herikîn, li cihê ku pîrozbahiya Newrozê lê dest pê kirî.

Gelên bi nasnameyên cihê dişeqitin  Meydana Gundogdu ya Izmîrê ku Newroz lê tê pîrozkirin. Li gel ku 2 saeta mane ku Newroz wê dest pê bike jî, gel dikevin meydanê. Jin bi dirûşmeyan, ''HDP gel e, li vir e'' dimeşin.

Hêzên demokrasiyê jî bi pankart û daxwazên xwe li qada Newrozê cihê xwe digirin. Hêzên Têkoşîna Hevpar pankarta, ''Bi rihê Newrozê, ber bi yekîtî, têkoşîn, serfiraziyê ve'', Partiya Kedê (EMP), bi pankarta, ''Ji bo aştiya herêmê, demokrasiya welêt em bibin yek'', Halkevlerî, bi pankarta, ''Faşîzm wê têk biçie, ên ku têne redkirin wê bi ser bikevin'', Partiya Azadiya Civakî (TOP) bi panarta ''Em zincîrên zilmê bişkînin'' li meydanê cihê xwe girtin.
 
Jinên Yorik jî bi kincên xwe yên kevneşopî li qadê cihê xwe girtin, li meydana Newrozê ji her bawerî, nasname û avaniyan kes hene. Li gel baranê jî girse daxwazên xwe bi rengekî gur tîne ser ziman.

Girse bir kortêja tê qada Newrozê, dirûşmên, ''HDP gel e, gel li vir e'', ''Bijî Newroz'', ''Bijî HDP'', ''Bijî berxwedana zindanan'', ''Bê Serok jiyana nabe'' berz dike.

Pîrozbahî bi muzîk û govendê didome.