Piştî ku çalakvanê mafê mirovan ê Elman li Buyukadayê beşdarî komxebateke li ser mafên mirovan bûbû û piştre hatibû girtin, Elmanyayê diyar kiribû ku wê li hemberî Erdogan dest bi pêkutiyên ekonomîk bikin.
Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Sîgmar Gabrîel ê ku ji kovara Sternê re axivî, pêkutiyên li ser Tirkiyeyê û têkiliyên di navbera Berlîn – Enqereyê ji kovarê re nirxand. Gabrîel rexneyên tund li rêveberiya Enqereyê girt.
“MESELEYA BINGEHÎN EV E KU TIRKIYE JI DEMOKRASIYÊ DÛR DIKEVE”
Gabrîel diyar kir ku kêşeyên bingehîn nehatine çareserkirin û mesele ev e ku Tirkiye ji demokrasiyê dûr dikeve û heta ku rewş wisa be wê têkilî ne baş bin. Gabrîel bal kişand ser kesên ku rejîma Erdogan wan diavêje zindanan jî got, “Mirovên bêsûc di girtîgehan de ye, ji van 9 kes hemwelatiyên Elmanyayê ne. Heke Tirkiye îdamê dîsa bîne wê têkiliyên Tirkiyeyê yên bi Ewropayê re biqedin. Hikumeta Tirkiyeyê nerazîbûnê nîşanî zexta ekonomîk dide. Carinan pêdivî bi van zextan heye lê ev tişt kêfa min nayne, berevajî vî tiştî ez diqeherim.”