Fûad Masûm li ser êrîşa li Koyê daxuyanî da
Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm li ser êrîşa rejîma Îranê ya li dijî baregehên Hizbî Demokratî Kurdistan li Îranê (HDK-Î) û Hizbî Demokratî Kurdistan got, "binpêkirineke metirsîdar e."
Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm li ser êrîşa rejîma Îranê ya li dijî baregehên Hizbî Demokratî Kurdistan li Îranê (HDK-Î) û Hizbî Demokratî Kurdistan got, "binpêkirineke metirsîdar e."
Daxuyaniya nivîskî ya Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm wiha ye:
"Êrîşa li dijî baregehên Hizbî Demokratî Kurdistan li Îranê (HDK-Î) rê li ber fikaran vedike. Ji ber ku di êrîşê de gelek sivîl şehîd û birîndar bûn. Piraniya wan jî jin û zarok in. Bikaranîna hêzê rêbazeke rast nîne. Divê pirsgirêk bi rêyên diyalog û aştiyê werin çareserkirin."
Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrîşa li Koyê ji aliyê binpêkirina ewlekariya welatekî ve bûyereke metirsîdar e û ev daxwaz ji Îranê hate kirin: "Ji bo berjewendiyên dewlet û gelê Îranê, deriyên diyalog û lihevkirinê li aliyan vekin. Pirsgirêkan bi rêbazên aştiyane û dîplomatîk çareser bikin."