Fransa: Li dijî êrîşa Tirkiyê divê demildest KENY bicive

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê  Jean-Yves Le Drîan li ser hewldana dagirkeriya Tirkiyê ya li ser Efrînê civîna lezgîn xwest û got, ‘divê şer raweste’.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê  Jean-Yves Le Drîan ji bo ku   li ser hewldana dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê biaxivin bi lezgînî banga kombûna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kir.

Wezîrê Artêşa Fransa Florence Parly jî got divê dewleta Tirk êrîşa xwe li ser Kurdan di cih de rawestîne.

Parly got êrîşên Tirkiyê yên têkoşîna dijî DAÎŞ’ê qels dike û xwest ku di cih de dewleta Tirk êrîşên xwe rawestîne.

Parly ji Franca3 TV re axivî û got, ‘’Ev êrîş wê hêzên Kurdan ku li rex koalîsyona navneteweyî bi çalakî li dijî DAÎŞ’ê şer dikin dabeş bike.’’