Fransa ji bo Ocalan û Farqînê dadikeve qadan
Li bajarên Fransa Rennes, Nantes û Lorîentê, wê tecrîda li ser Ocalan û terora dewleta Tirk a li Farqînê bên şermezarkirin.
Li bajarên Fransa Rennes, Nantes û Lorîentê, wê tecrîda li ser Ocalan û terora dewleta Tirk a li Farqînê bên şermezarkirin.
Hikûmeta AKP'ê, terora dewletê ya li bajarên Bakurê Kurdistanê didomîne. AKP a ku li navçeya Amed Farqînê asta êrîşên xwe yên terorane bilind kiriye, roj bi roj sivîlan qetil dike.
Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkaya komkujiyê ya dewletê ku li Farqînê dimeşîne, wê li Rojavayê Fransayê çalakî bên lidarxistin.
BERNAMEYA ÇALAKIYAN
Dem û cihê çalakiyên ku wê rojên Çarşem, Pêncşem û Şemiyê bên lidarxistin, bi vî rengî ye:
11'Ê MIJDARÊ - ÇARŞEM
Rennes: Place des colombiers, saet 15.00
Nantes: Place du Commerce, saet 18.00, meş.
St-Brieuc: Parc des promenades, saet 17.00
12'Ê MIJDARÊ - PÊNCŞEM
Lorient: Place Aristide Briand, saet 18.00
14'Ê MIJDARÊ - ŞEMÎ
Nantes: Place du Commerce, saet 11.00 (Kon wê were vedan)