Fermandariya hevpar a HBDH’ê daxuyanî da

Fermandariya Hevpar a HBDH’ê ragihand ku şervanê MLKP’ê Baran Dersim li Dersimê şehîd bûye. Fermandariyê sersaxî ji malbat, partî û hevrêyên wî re xwest û soza tolhildanê da.

Fermandariya Hevpar a Tevgera Şorşgerî ya Yekbûya Gelan (HBDH), a ku ragihand li Dersimê di encam êrîşên artêşa Tirk a dagirker de şervanê MLK’ê Baran Dersim şehîd bûye, ev tişt got: “Di encama bomberdûmana artêşa Tirk a dagirker a li Dersimê de şervanê me yê MLKP’ê Baran Dersim şehîd bûye. Dijmin di vê êrîşê de balafirên keşfê yên bê mirov bikar anîne, leşker bi helîkopteran danîne, dîsa di encama şerê dijwar ê du rojan de şervanên me yên HBDH’ê li dijî mêrgîngeran têkoşîneke bê eman dane kirin, bi vîneke mezin şer kirin. Êrîşên dijmin hê jî dom dike.”

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

LI KÛ FAŞÎZIM HEBE HBDH LI WIR E

“Şervanên me yên HBDH’ê li Dersim, Karadenîz û Behra Spî li dijî faşîzma TC’ê ala şoreşê û sosyalîzmê hildane. Bi perspektîfa ku faşîzim enceq bi şerekî şoreşê dikare hilweşe, em ê li bajarên Tirkiye û Kurdistan û çiyayan belav bikin. Êrîşên dijmin ji tirsa hedefên şervanên HBDH’ê ye. Li kû faşîzim hebe, li kû êrîş hebe şervanên HBDH’ê û milîsên wê hene.

Hevrê Baran Dersim li dijî faşîzmê di refên pêş ên şoreşê de cih girt, bi seknekî biryardar û vîn, bi tevlîbûn û karekterê xwe yê şervaniyê bûye şoreşgerekî pêşeng. Li dijî şerê pîskolojî û rêbazên şerê taybet ê dijmin bi cesareta xwe ya şoreşger, bi bawerîbûn, bûye dengê hêrsa hejaran.

Gelê me, hejar, ciwan û jin bila vê baş bizanibin ku wê berxwedana şervanên HBDH’ê ya li dijî faşîzmê dom bike. Li kû derfet bê dîtin wê li wir li dijmin bê xistin. Divê yekbûn, alî, sempatî, kadro û hevrêyên HBDH’ê tevlî vî şerî bibin. Li bajar, gelî, gund li kû dibe bila bibe di nava lêgerînekê de be bê ka wê çawa derbeyê li dijmin bixin. Ev şer şerekî topyekûne ku li dijî faşîzmê, divê li her derê hebe. Faşîzmim enceq bi şerekî berfireh, topyekûn bê têkibirin. Divê tu kes nekeve pozîsyona xweparastinê, divê her hevrê di pozîsyona şer de be.

Bi vê boneyê em şervanên HBDH’ê yên ku li Gîresûnê çalakiyeke bi bandor kirin silav dikin. Dijimin di nava tirs û xofê de ye. Şerê me ji niha ve bandor kir. Şer li çiyayên Tirkiyeyê belav dibin. Êdî wê şerê faşîzma AKP/MHP’ê li nava malê bi xwe bê kirin. Şideta şoreşgerên hejar wê faşîzmê tar û mar bike.

TEVLÎ REFÊN HBDH’Ê BIBIN

Di kesayeta şehîdê MLKP’ê Baran Dersim de şervanên xwe yên li Karadenîz û Dersimê silav dikin. Em Berxwedana hevrêyên xwe Atakan Mahîr Mehemt Alî Kasirga, Tarik Atvîrvîn û Baran Dersim silav dikin, soza girêdanbûn û bilindkirina şoreşê didin. Hêzên welatparêz ên şoreşger vedixwînin hêz, piştgirî û bi awayekî aktîf tevlî hêzên şoreşger ên Tirkiyeyê HBDH’ê bibin.

Di serî de sersaxiyê ji malbata şehîdê MLKP’ê Baran Dersim, partî û hevrêyên wî re dixwazin, soza tolhildanê didin.”