Hat ragihandin, rêveberê MÎT'ê, ku komkujiya 9'ê Çileya 2013'an a li Parîsê plan kir, di nava ekîba ku li Osloyê hevdîtin bi rêveberên PKK'ê re dikir, cih digirt.
Êdî fikar nîne, ku di navbera kuştina sê şoreşgerên Kurd ên jin li Parîsê û hevdîtinên navbera PKK û dewleta Tirk girêdanek heye. Di hedefê de hewldanên çareseriya aştiyane ya PKK'ê û Ocalan hebû. Hemû nîşaneyên têkildarî kuştina sê jinên şoreşger, işaret bi Enqereyê dikirin. Agahiya nû ya derkete holê, nîşan dide ku sûîqest di dema hevdîtinên Osloyê de hatiye plankirin.
Destpêka sala 2013'an bû. Danûstandinên Osloyê bi rengekî neserketî qediya bû. Piştî pêvajoyeke ji şerekî giran, dewletê ji nû ve bi Ocalan re dest bi hevdîtinê kiribû. Yekemcar heyeteke sivîl diçû Îmraliyê. Hevserokê KCD'ê yê wê demê Ahmet Turk û Parlamentera BDP'ê ya wê demê Ayla Akat Ata, 3'ê Çileyê li Îmrailyê bi Ocalan re rûniştin.
YÊ FERMAN DA LI ENQEREYÊ BÛ
Tenê piştî 6 rojan li Parîsê êrîşeke xwînxwarî hate kirin. Jİ damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez, her yek bi sê guleyên li serê wan hate xistin, hatin kuştin. Kujer Omer Guney, salek berê ketibû nava dîaspora Kurd û planên sûîqestê kiribû. Guney yekane bersûcê ku hatibû girtin bû. 34 salî bû, tetîkkêş bû. Yên ferman dan li Enqereyê bûn. Di lêpirsîna dozgerê Fransayê de hemû nîşaneyan işaret bi Enqereyê dikirin.
Piştî lêgerîna bi salan a li edaletê, wê doz dest pê bikira. Dihat payin ku di Kanûna 2016'an de dest pê bike. Lê belê bi rengekî ku ti carî nehate vegotin, doz ji bo 23'ê Çileyê hate taloqkirin. Rûniştin wê heta 24'ê Sibatê dewam bikira.
Kujer wê ji du sûcên cuda bihata darizandin. Di dosya dozê de, ku 13'ê Tebaxa 2015'an li dadgeha cezayê giran hate dîtin, kujer bi sûcên "Bi rêya çavtirsandin ya jî terorê, xerakirina sîstema cemaweriyê bi rengekî giran, kuştina bi hevkariya rêxistinekê ya jî bi şexsî" û "amadekirina kuştinek an jî zêdeyî kuştinekê" dihat sûcdarkirin. 28'ê Nîsana 2014'an li vê dosyayê hatibû zêdekirin. Li gorî vê dosya hate zêdekirin, bersûc ji ber hebûna madeyên teqemeniyê û bikaranîna çekê ji bo reva ji girtîgehê, bi endametiya komeke çekdar dihate sûcdarkirin. Di dosya zêdekirî de dihate xwestin ku 10 sal cezayê girtîgehê li Guney bê birîn.
JI NIŞKA VE AGAHIYA LI SER MIRINA WÎ HATE BELAVKIRIN
Piştre ji nişka ve ji girtîgeha ku plana revê dikir, agahiya li ser mirina wî hat. Bi qasî çar sal di ser kuştina sê jinên Kurd ên şoreşger derbas bû bû. Li gorî çavkaniyên nêzî lêpirsînê, Guney 17'ê Kanûna 2016'an li nexweşxaneyek nêzî Parîsê mir. Heman çavkaniyan digotin, ku kujer bi nexweşiyeke giran a mejî ketiye. Halbûkî heta wê kêliyê ti daxuyanî li ser nebaşbûna rewşa tenduristiyê ya kujer nehatibû dayin. Bi agahiya li ser mirina wî re dosya di pratîkê de ket. Rêveberiya Fransayê careke din îradeyeke ku karibe cînayeteke siyasî ya li ser erdê wê hatiye kirin ronî bike, nîşan neda. Kuştina sê şoreşgeran li Parîsê hê bi hemû aliyên xwe nehatibû ronîkirin û agahiya mirina li ser tetîkkêj rê li ber hin pirsên nû vekir. Ti işaret tine bû ku vê mirinê weke 'mirineke xwezayî' nîşan bide. Gelo nexweşiya wî hate manîpulekirin û lezandin, ya jî dihate zanîn ku nexweşiya wî wê bigihêje vê astê, lewma doz bi zanebûn hate derengxistin? Ji her alî ve pirs derdiketin holê ku bersiv jê re dihate xwestin. Betalbûna dozê bêyî darizandina kesên ferman dan, rewşeke din a tirsnak bû. Halbûkî di dosya dozê de bi rengekî vekirî işaret bi rola Rêxistina Îstîxbaratê ya Tirk dihate kirin.
Ji destpêka lêpirsînê û vir ve pirsên li benda bersivê ne, hê hene. Fermana vê înfaza di pêvajoyeke ku 'dîrokî' dihate binavkirin de pêk hat, li ku hate girtin, ji aliyê kê ve hate erêkirin û armanc çi bû? Pêwendiya xwe bi hevdîtinên navbera PKK û dewletê çi bû? Tişta ji her alî ve zelal, têkiliya Guney bi servîsa îstîxbaratê ya Tirk ve bû.
KUJER JI ALIYÊ KÊ VE DIHATE BIRÊVEBIRIN
Omer Guney, ku sala 1982'an li Sêwasê ji dayik bû, piştre li Fransayê bi cih bû, sala 2003'an li Elmanyayê zewicî û piştî ku heft salan li vir ma sala 2011'an ji nû ve vegeriya Fransayê, bi rastî jî kî bû? Ev kujerê ku kete nava komeleyên Kurd, telefonên bi krîpto bi kar danî, gelek caran bi rengekî veşartî çû Tirkiyeyê, ji aliyê kê ve dihate birêvebirin?
FERMANA KUŞTINÊ JI ALIYÊ ÎSTÎXBARATA TIRK VE HATE DAYIN
Di dema lêpirsînê de gelek agahî derketin holê. Di belgeyekê de ku 14'ê Çileya 2014'an gihîşte ber destê çapemeniyê, dihat fêhmkirin ku fermana înfazê ji aliyê çar rayedarên rêxistina îstîxbaratê ya Tirk ve hatiye dayin. Di belgeya 18'ê Mijdara 2012'an de mohra rayedarên MÎT'ê Yuret, U.K. Ayik, S. Asal û H. Ozcan hebû.
Heman demê qeyda dengekî di çapemeniyê de hate weşandin û di vê qeydê de Omer Guney bi endamên MÎT'ê yên nasnameya wan ne diyar, plana kuştinê dikir. Di hedefê de Sakîne Cansiz û gelek nûnerên Kurdan hebûn. Dema ku ev agahî eşkere bû, kujer dest bi plana reva ji girtîgehê dikir. Hevkarê wî yê sûc jî kesekî bi navê Rûhî S. bû. Ji Elmanyayê hatibû û li girtîgehê serdana wî kiribû. Beriya serdanê, bi fermana dozgeriyê cîhaza ku deng qeyd dike li kabîneya hevdîtinê hatibû bicihkirin. Guney bêyî nav bide, bi rengekî şîfre ji mûxatabê xwe dixwest biçe avahiya MÎT'ê ya li Enqereyê. Ji Rûhî S. dixwest 'Beg' bibîne û têkildarî kesê jê re digot 'dayik' qala 'emanetekê' dikir. Li gorî dosya dozê, bi gotina 'dayikê' qala MÎT'ê, bi gotina 'beg' jî qala endamekî MÎT'ê dikir. Yê ku li vê mikur hat jî Rûhî S. bû. Çileya 2014'an li Elmanyayê avêtin ser mala wî û hingî îfadeya wî hatibû girtin. Di lêgerîna 9'ê Çileya 2014'an de sê wêne û belgeyên ji nivîsa destan hate dîtin. Ev belge bi taybetî li ser planeke revandinê bû. Plan dihate kirin, ku dema wî rakin nexweşxaneya Salpêtrîere ya li Parîsê bi zora çekê wî birevînin. Cihê ku piştî çend caran agahiya mirina wî jê hat dîsa heman nexweşxane bû.
LÊPIRSÎNEKE NÛ HATE VEKIRIN
Doz di pratîkê de hate girtin jî, hewldanên parêzerên malbatên sê şoreşgeran dewam kir. Ji bo doz ji nû ve were vekirin, gilî hate kirin. Li gorî nûçeyek di Nîsana 2017'an de hat, ji aliyê Dozgeriya Antî-Terorê ve lêpirsîneke nû hate vekirin.
FERMAN DID MA HEVDÎTINÊN OSLOYÊ DE HATE DAYIN
Nehat hînbûn, ku ev lêpirsîn di kîjan astê de ye, lê belê hê jî agahiyên nû derdikevin holê. Di pirtûka rojnamevan Amed Dîcle ya bi navê "2005-2015 Hevdîtinên Tirkiye-PKK: Operasyona 'pêvajoya çareseriyê' li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd" de, tê dîtin ku fermana kuştinê di dema hevdîtinên Osloyê de hatiye dayin.
Di pirtûkê de tê ragihandin, ku endamên MÎT'ê yên di qeyda deng a Çileya 2014'an de tên bihîstin, di nava heyeta dewletê ya ku diçe Osloyê û bi PKK'ê re hevdîtinê dike de cih digirin. Bi taybetî qala kesekî bi navê Ozan tê kirin. Nasnameya wî ya rastî nayê zanîn. Ev kesê ku weke rêveberê MÎT'ê tê pêşkêşkirin, 5'ê Tîrmeha 2008'an di hevdîtina ewilî de ku li Cenevreyê pêk hat, heta 5'ê Tîrmeha 2011'an hevdîtina dawî ya li Osloyê, di hemû hevdîtinan de cih girt. Li gorî Dîcle, gelek kesên di hevdîtinên Osloyê de cih girtin dibêjin, ku dengê di qeydê de tê bihîstin ê rêveberê MÎT'ê yê bi navê Ozan e. Balkêş e ev kesê navborî di dma hevdîtinên Osloyê de li gel Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan cih digire. Nayê zanîn bê ev agahî wê bandoreke çawa li lêpirsînê bike ya jî bandorê bike yan neke. Lê belê pêwîstiya xwe bi analîzeke deng a berfireh heye. Ji pirtûkê tê fêhmkirin, ku ji destpêkê heta dawiya hevdîtinên Osloyê, armanca dewletê tasfiyekirina hewldanên çareseriyê ye. Agahiya li ser sûîqesta Parîsê eger bê kûrkirin, dikare lêpirsînê bigihîne asteke nû.