FEDA’yê zextên li ser xwendekarên Elewî yên li Pazarcikê şermezar kir

FEDA’yê zextên li ser xwendekarên Elewî yên li Pazarcikê şermezar kir

Federasyona Demokratîk a Elewiyan bi daxuyaniyekê li navçeya Maraşê Pazarcikê zextên ku li ser xwendekarên Elewî têne kirin şermezar kir.

Di daxuyaniya bi mora Hevserokê Federasyonê Alî Koyluce de hat ragihandin ku li Dibistana Amedeyî ya Ataturk Anadolû ya Pazarcikê, mamosteya Exlaq û Çanda Olî Emîne Soyler zextê li xwendekarên Elewî dike.

Di daxuyaniyê de diyar dike ku Soyler ji xwendekaran re got “bawerî bi dayika Elif neynîn. Ma ew kiye ku ji bo pirsigêkên we bibe çareserî. Çûyîna wê derê, girêdana kevnikan, daxwaz xwestin, dua kirin gunehe. Yên ku diçine wir gunehê dikin” û hat destnîşankirin ku ev yek dê rê li ber sûcê nefretê veke.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Diyare ku mamosteyên mîna Emîne Soyler ên ji îdeolojiya fermî ya dewletê xwe xwedî dike û bi pêkanînên desthilatdariya AKP'ê re ji ser xwe çûye, dê zêde bibin û perwerdeya li dibistanan jî ji bo zarokên Elewî veguheriye îşkenceyê. Bi van pêkanînê re li zarokên Elewî zilm tê kirin.

Ji gotinên rayedarên payebilind tê fêmkirin ku ev pêkanîn û cihêkariya li ser nasnameyên olî dê zêde bibe.

Em van pêkanîn û polîtîkayan bi tundî şermezar û lanet dikin. Bang T.C û desthilatdariya AKP'ê dikin ku tavilê dest ji pêkanîna dersa olî ya ji neçarî berde.

Em dixwazîn ku ji nirxên pîroz yên Elewî û rîtuellerên baweriyê re rêz bê nîşan kirin. Ji bo vê jî em dixwazîn baweriya Elewî û îbadetên wê bibin zagonî. Pêwiste dewlet dest ji bersinga bawermend û baweriyan berde. Em navê mamosteya ku di vê bûyerê de derbas dibe şermezar dikin û dixwazin der heqê wê de ya pêwîst bê kirin."