FEDA’yê Cejna Qûrbanê ya alema Îslamê pîroz kir

FEDA ya ku têkildarî Cejna Qûrbanê daxuyaniyek da got; “Di serî de cejna gelên herî qedîm ê li ser erdnîgariya Mezopotamya û hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin."

Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) a daxuyaniyek nivîskî da, Cejna Îslama Demokratîk a gelên qedîm ên li ser erdnîgariya Rohilata Navîn dijîn pîroz kir.

FEDA got: “Di serî de ji bo gelên Mezopotamya; hemû mirovahiyê daxwaza aştî, biratî û azadiyê dikin.” FEDA bi domdarî got: “Ji demê berê ve li ser esasê aştî, biratî û wekheviyê hatine ba ehv, bi hatina ba hev nirxên civakî ên çandî û baweriyê afirandine û heta roja îro hatine.

Weke Federasyona Elewiyên Demokratîk, di serî de cejna gelên herî qedîm ê li ser erdnîgariya Mezopotamya û hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin.

Bi hêviya ku ev cejn di nava gelan de bibe wesîleya parvekirin û li ser bingehê mafên wekhev ber bi siberojên azad ve biçin.”