FEDA: Em li dijî rejîma qeyûm a faşîst rabin ser piyan!

FEDA’yê nerazîbûn nîşanî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê da û diyar kir ku eger her kes nerazîbûn nîşan nede, desthilatdarî gav paşde naavêje. FEDA’yê got: “Divê hemû hêz, rêxistin û li dijî vê kiryara faşîst biryardariya xwe nîşan bidin.”

FEDA’YÊ NERAZÎBÛN NÎŞANÎ QEYÛM DA

Federasyona Demrokatîka Elewî (FEDA) daxuyaniyeke nivîskî da û destnîşan kir ku êrîşên rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst bê navber dewam dikin. FEDA’yê ragihand ku desthilatdarî bi pêkanîn antî demokratîk qeyûm tayînî şaredariyên gel dike û diyar kir ku desthilatdarî siyaseta xwe ya qirkirinê li dijî Elewiyan jî didomîne.

FEDA’yê bal kişand ser tayînkirina qeyûm a li Colemêrgê û wiha got: “Di serî de Kurd û Elewî, divê beşên civakî yên bindest, hêzên şoreşger-demokratîk, mîna li Wanê biryardariya xwe li dijî vê kiryara faşîst jî nîşan bidin û rabin ser piyan. Di dîrokî de ti caran û li ti derê, zaliman timî li hemberî têkoşînê paşde gav avêtiye. Em tayînkirinên qeyûm qebûl nakin, em bang li desthilatdariyê dikin ku rêz ji îradeya gel re bigirin.”