FCDK/KAWA: Em xwedî li HDP'ê derkevin

Federasyona Civakên Demokratîk a Kurdistanê nerazîbûn nîşanî operasyona qirikrina siyasî ya li dijî HDP û hêzên demokrasiyê da û ji bo xwedîderketina li HDP'ê bang kir.

Federasyona Civakên Demokratîk a Kurdistanê (FCDK/KAWA) li ser operasyonên qirkirina siyasî yên AKP-MHP'ê yên li dijî HDP'ê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ku bi sernavê "Em xwedî li HDP'ê derkevin" hate weşandin de hate gotin, "Bi civîna ku êvara 24'ê Îlonê li Desteya Ewlekariya Milî ya Tirk (MGK) hate wergirtin re li 7 bajaran li dijî 82 kesî operasyona qirkirina siyasî hate kirin, em vê operasyonê şermezar dikin. Di serî de partiyên Ewropî ku xwe weke partiyên bira yên bi HDP'ê re ragihandin, hemû girseyên demokratîk û dost divê sefeberiyê ragihînin û nerazîbûnê li dijî vê qirkirina siyasî nîşan bidin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev pêla girtinê ya li dijî hêzên demokrasiyê nayê qebûlkirin, divê ev êrişa li dijî mafên jiyanî û bingehîn tavilê bê bidawîkirin û hate gotin, "Bi navê Federasyona Civakên Demokratîk em bang li hêzên demokratîk û şoreşger hemûyan dikin ku li dora HDP'ê bicivin, weke endamekî fermî banga xwedîderketina li HDP'ê dikin. Yekîtiya me wê bibe bersiva herî eşkere ya li dijî qirkirina siyasî."