Fatoş Guney: HDP hewldaneke ku hêviyê dide
Fatoş Guney: HDP hewldaneke ku hêviyê dide
Fatoş Guney: HDP hewldaneke ku hêviyê dide
Fatoş Guney ya ji bo HDP PM’ê hat hilbijartin, da zanîn ku dê Tirkiye bi HDP’ê re bigihêje demokrasiya rastîn û wiha got: “Fikra min eve ku êdî hemû welatparêz, şoreşger, demokrat di bin sîwaneyekê de tevli têkoşînê bibin. Ez jî bi vê fikra xwe derketim rê. Ji gelek partiyên siyasî bo min telîf hatin lê heta îro ez tevli tu partiyeke siyasî nebûm. Lê ev partî gotina herî lihevhatî ya nêzî fikrên min dibêje.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di kongreya xwe ya di 27’ê cotmehê de li Enqreyê pêk anî de, hevsera Yilmaz Guney, Fatoş Guney hat hilbijartin.
DESTPÊKA RIYA NÛ
Guney sedema tevlibûna xwe ya HDP’ê ji ANF’ê re vegot.
Guney diyar kir ku atmosfera kongreya di 27’ê cotmehê de pêk hat gelek bi hêvî û kelecan bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev destpêka riyeke nûye. Peyamên gelek xweşik hatin dayîn. Demokrasî wek teqeze hat dîtin. Heta îro li Tirkiyê demokrasî nehat jiyîn. Hêviya min eve ku Tirkiye bi HDP’ê re dê riya demokrasiyê pêş bixe û bigihêje asta ku hêja tê ditin. Ji bo min gelek watedar bû.
Divê hemû welatparêz, şoreşger û demokrat di bin sîwaneya HDP’ê de bên cem hev. Ez jî bi fikrê derketim rê. Ger tiştê ku ez dikaribim bikim hebe, çi kêfxweşî min re.”
Guney li ser pirsa ‘Çima li HDP’ê?’ wiha got: “Heta îro gelek partiyên siyasî ji min re teklîf şandin. Bi taybet di vê demê de. Lê heta îro ez tevli tu partiyekê nebûm. Lê HDP nêzî fikrên mine. Ji ber vê jî ez liv irim.
DIVÊ PIŞTIRÎ BÊ DAYÎN
Guney di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li Tirkiyeyê dikare pêngava demokrastiya rastîn bê avêtin û wiha got: “Sîwaneya wê ya niha jî vê nîşan dide. HDK xebateke divê piştgiriyê bibîneye. Her kesê xwedî hişmendî dê piştgiriyê bide vê. Divê bidê jî. Di esasa vê têkoşînê de têkoşîna çînê mijara gotinê ye. Ev der cihê bindest, cihên kesên rastî newekheviyê hatine, cihên kesên tune hatine hesibandinê ye. Ev hewldaneke ku hêviyê dide mirovan. Ji ber vê ez tevli bûm.