Faşîzma AKP'ê li Bremenê hat şermezarkirin
Bi sedan Kurd û dostên wan ên li bajarê Elmanya Bremenê li hev civiyan, komkujiyên hikûmeta AKP li Kurdistanê dike şermezar kirin. Çalakgeran berxwedana xweparastinê jî silav kirin.
Bi sedan Kurd û dostên wan ên li bajarê Elmanya Bremenê li hev civiyan, komkujiyên hikûmeta AKP li Kurdistanê dike şermezar kirin. Çalakgeran berxwedana xweparastinê jî silav kirin.
Çalakî li ber Parlamenta Eyaletê hat lidarxistin û mirovên di komkujiya Gazî û serhildana Qamişloyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistan û cîhanê, belavoka bi zimanê Elmanî ya ji aliyê NAV-DEM'ê ve hatibû amadekirin, hat xwendin.
Dûre nûnerên YNK'ê yê li Bremenê, Meclîsa Jinê ya Sêvê, Kongreya Îslama Demokratîk, Yekîtiya Elewiyan a Demokratîk, Yekîtiya Êzidiyan, Komîteya Piştgiriya bi Kurdistanê re û PYD'ê yê li Bremenê axivîn. Qisekeran bal kişandin ser qirkirina li Kurdistanê û bang li dewleta Elman kirin, ku zextê li Tirkiyeyê bikin.
Qisekeran her wiha îlana Tevgera Şoreşa yekbûyî ya Gelan silav kirin.
Di mîtîngê de pankartên bi nivîsên "Ji Kurdistane re Aştî, ji Ocalan re Azadî", "Tûrîzma Tirk boykot bikin", "Em nebin hevparê binpêkirinên mafên mirovan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê" hatin vekirin.