Nehiştin ku Rêxistinên Civaka Sivîl biçin Pirsûsê

Şandeyeke ku ji Baroya  Amedê, ÎHD’ê û DTSO’yê pêk hatî xwest biçe Pirsûsê, lê polîsên Tirk nehiştin ku şande biçe.

Nûnerên Baroya Amedê, Komeleya MafêN Mirovan (ÎHD) û Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Amedê (DTSO) xwestin biçin navçeya Rihayê Pirsûsê lê nehiştin ku nûner biçin Pirsûsê.

Şandeyê dixwest rûdana li Pirsûsê li cih vekole, lê Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê li şandeyê geriya û bi hinceta ku 'ewlehiya jiyanê' diyar kir ku ew ê destûrê nedin ku biçin Pirsûsê.

Nûner li otogara Amedê hatin cem hev, lê vê carê jî polîsan destûr nedan ku ji bajêr derkevin.