Ezer a ku erdê wê hat desteserkirin: Agahî jî nedan min!

Di çarçoveya Rewşa Awarte de bi biryara Walîtiya Hatayê erdê Gonul Ezer bi rengekî demkî hat desteserkirin. Ezer got: “Dema ku ev yek kirin, agahî jî nedan min. Li ser genimên ku min çandî, moloz rijandin.”

Piştî erdheja ku navenda wê Mereş e, ji bo avakirina bajarê bi konteyneran li navçeyên Antakya, Arsûz, Belen, Defne, Hassa û Dortyolê di çarçoveya Rewşa Awarte de bi biryara Walîtiya Hatayê erdê hin mexdûrên erdhejê, bilez bi rengekî demkî hat desteserkirin. Ev yek bû sedema nerazîbûnan. Mexdûrên erdhejê yên ku li navçeyên Defne û Antakya yên Hatayê erdên wan hatin desteserkirin, ji ANF’ê re axivîn.

Gonul Ezer ku li navçeya Defneyê erdê wê bi demkî hat desteserkirin, bal kişand ku ev yek bêyî agahiya wê hatiye kirin û diyar kir ku piştî ku erdê wê hat desteserkirin ku ji bavê wê jê re mîras hatibû hiştin, moloz rijandine ser genimên ku wê çandî. Ezer da zanîn ku ew jî di bin konê de dimînin û got: “Ji ber ku dayika min nexweşiya penceşêrê lê heye, min ew bir Edeneyê. Hevjînê min li vir ma. Di wê demê de bi biryara Walîtiya Hatayê erdê min bi rengekî demkî hat desteserkirin. Dema ku ev yek kirin agahî jî nedan min. Dema ku ez hatim, li ser genimên ku min çandî, moloz rijandine. Yek-du konteyner hatibûn danîn.”

Ezer destnîşan kir ku mesele li vir ne ew e ku ji xelkê mexdûr re bajarê konteyneran ava bikin û ev tişt got: “Bila erdên me ji bo sûda xelkê me were bikaranîn. Pirsgirêk ne ev e. Lê dema ku vê yekê dikin, bila min mexdûr nekin. Min du zarok hene ku zanîngehê dixwînin. Min difikirî ku ji wan re li ser wê erdê kargehekê ava bikim. Lê bêyî ku agahî bidin min, erdê min desteserkirin. Agahiyek jî nehatiye dayîn ku wê heta kengî desteser bikin, wê berdêlê were dayîn yan ne.”

HEM DESTESER KIRIN, HEM JÎ GENIMÊ WÊ JÊ DERXISTIN

Yek ji mexdûrên erdhejê Tûncay Ceylan jî erdê wî li navçeya Defneyê hatiye desteserkirin. Ceylan ragihand ku erdê birayê wî yê li Taxa Ekîncî bi demkî hatiye desteserkirin û wiha bilêv kir: “Jixwe agahiya wî jî pê nebû. Ew li derveyî welêt e. Min ji e-dewletê zanî û agahî da wî. Li ser erdê birayê min Goksel genim hatibû çandin, ew jî jê derxistine. Ev yek ne xizmeya ji gel re, pirsgirêk e. Ji ber ku em jî mexdûrê erdhejê ne. Lê ev ye bêyî ti agahiyê bidin, kirine.”