Ewûstralya û Yewnanîstanê destek dane HDP'ê

Piştî operasyonên qirkirina siyasî yên li ser HDP'ê ji gelek deverên cîhanê helwest têne nîşandan. Hevalbenda Sosyalîst a Ewûstralyayê û Tevgera Guherînê ya Yewnanîstanê peyamên piştevaniyê dane HDP'ê.

Hevalbenda Sosyalîst a Ewûstralyayê di daxuyaniyê de got, ''Em Hevalbenda Sosyalîst êrîşên antî-demokratîk ên rejîma Erdogan ên li ser HDP'ê şermezar dikin.''

Hevalbenda Sosyalîst operasyona li ser HDP'ê bi bîr xist, got, ''êrîşeke bi dilqê hiquqî lê bi temamî siyasî ye'' û bang li hikûmeta Ewûstralyayê kir û got, ''ji ber vê zor û kotekiya dawî bi rengekî herî xurt hikûmeta Tirk şermezar bike.''

Tevgera Guherînê ya li Yewnanîstanê ku pêşengiya wê PASOK a sosyalîst dike, bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku 'xwenebihistî neke'.

Tevgera Guherînê operasyona qirkirinê ya li ser HDP'ê destnîşan kir û got, bi vê operasyona qirkirina siyasî hatiye çespandin ku ''ji bo hikûmeta Tirk û Erdogan demokrasî, rajoriya mafê mirovan û hiqûqê 'ne xwedî ti nirxî ye.''

Di peyama xwe de Tevgera Guherînê her wiha diyar kir ew bi Sosyalîstên Ewropî û demokratan re, ku otorîteya rejîma Tirk û tevgera wê ya kêfî bi rengekî tund şermezar kirine, dengê xwe dike yek.

Tevgerê wiha got: ''YE li bara çalakiyên deryasayî yên Serokkomar Erdogan nikare xwe nebihistî bike. Sînordarkirina demokrasiyê ku fetisokî ku gelê Tirkiyê tûşî wê bûye û bêhurmetiya li hiqûqa navnetewî ku hikûmeta Tirk bi rengekî sîstematîk nîşan dide, encex bi rêya ambargoyê dikare were sekinandin.''