EUTCC bang kir: Li dijî tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê

Seroka EUTCC Kariane Westrheim serdana çalakgerên greva birçîbûnê kir ku 120 roj in li Strasbourgê di greva birçîbûnê de ne. Westrheim bang li siyasetmedar û saziyên pêwendîdar ên Ewropayê kir ku li dijî tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê.

Seroka Komîsyona Welatiyên Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUTCC) Kariane Westrheim û endama komîsyonê Dr. Dersim Dagdevîren, serdana 14 çalakgerên greva birçîbûnê kirin ku ji 17'ê Kanûnê ve li bajarê Strasbourgê yê Fransayê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Westrheim û Dagdevîren di dema serdanê de li ser rewşa tenduristiyê ya çalakgeran agahî wergirtin.

Seroka EUTCC Kariane Westrheim destnîşan kir, gaveke wêrek e ku çalakgeran ji bo dengê xwe bidin bihîstin bedena xwe dane ber birçîbûnê. Westrheim diyar kir, ew hêvî dike ku çareseriyek bê dîtin û dawî li grevên birçîbûnê bê anîn. Westrheim got, ew li bendê ye ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û di vê mijarê de hewldan bê kirin.

BI HELWESTA SAZIYÊN PÊWENDÎDAR ÊN EWROPAYÊ VE GIRÊDAYÎ YE

Westrheim bal kişand ser rola Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê û diyar kir, ew jî piştgiriyê dide daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê, lê belê grevên birçîbûnê di heman demê de bi helwesta saziyên pêwendîdar ên li Ewropayê ve girêdayî ye. Westrheim ji saziyên pêwendîdar xwest, ji çalakgerên greva birçîbûnê re bibin alîkar ku tecrîd bi dawî bibe û got, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi saya vê yekê wê karibe weke aktorekî bingehîn di pêvajoyeke aştiyê de bi rola xwe tevbigere.

BANG LI SIYASETMEDARÊN EWROPÎ KIR

Seroka EUTCC Kariane Westrheim ragihand, helwesta saziyên erkdar ên Ewropayê yên li ser tecrîdê û grevên birçîbûnê ji bo wê 'cihê xemgîniyê ye' û destnîşan kir, gelek siyasetmedar û parlamenterên Ewropî mîna wê difikirin. Westrheim bang li saziyên Ewropayê kir ku ji bo guhertina hin tiştan bikevin nava liv û tevgerê û di vê mijarê de bal kiaşnd ser girîngiya diyaloga bi Tirkiyeyê re kir. Westrheim destnîşan kir, bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bibe gava destpêkê ji bo aştiyê.