ESP: Ji bo piştgiriyê werin Edliyeya Çaglayanê

ESP’ê nerazîbûn nîşanî destgîrkirina rêveberên xwe da û got “Tarza siyaseta şoreşger bûye hedef .Ji bo piştgiriyê em banga hatina Edliyeya Çaglayanê dikin.”

Desteya Rêveber a Navendî ya ESP’ê derbarê destgîrkirinên li ser partiya wan îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 10’ê Îlonê de bi operasyoneke nîvê şevê hevserokê me yê giştî Şahîn Tumuklu, endamên me yên Desteka Rêveber a Navendî Huseyîn Îldan, endamê me yê meclîsa partiyê Aydin Kiliçdere û serokê rêxistina me ya Stenbolê Pinar Turk hatine destgîrkirin.

Hevserokê me yê giştî Şahîn Tumuklu di hefteyeke dawîn de 3 caran hate destgîrkirin û ev jî diyar dike ku rêveberiya partiya me û tarza siyaseta şoreşger dibe hedef. Hevserokê me Şahîn Tumuklu di qetlîama Sûrûcê de birîndar bûbû û li kolanan li dijî qeyyûm têdikoşe û di berxwedana greva birçîbûnê de jî li kolanan gotina xwe digot.

Partiya me wê li hemberî van êrîşan bêdeng nebe û wê bibe dengê mazlûman. Em bang li hemû raya giştî ya şoreşger, demokratîk û welatparêz dikin ku bila helwesta xwe diyar bikin û em van êrîşan bişkînin. Hevserokê me û rêveberên me wê di 12’ê Îlonê derkevin edliyeyê. Em bang li hemû dostên xwe dikin ku bila li Edliyeya Çaglayanê hevgirtina şoreşgerî û berxwedanê geş bikin.”