ESP’ê piştgirî da HDP’ê: Em berxwedanê mezin bikin

Desteya Rêveber a Navendî ya ESP’ê li hemberî doza ji bo girtina HDP’ê hatî vekirin banga mezinkirina berxwedanê kir.

Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Sosyalîst ya Bindestan (ESP) têkildarê doza girtina Partiya Demoktatîk a Gelan (HDP) daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Faşîzma AKP-MHP’ê tevî ku nikare têkoşîna siyasî û azadiyê ya jinan, ciwanan, kedkaran û bindestan têk bibe, êrîşên xwe yên li ser HDP’ê didomîne. Ya nekarîne bi siyasetên şerê dagirkeriyê û êrîşên qirkirina siyasî asteng bikin, niha jî hewl didin ku bi doza girtinê re vîna jiyana wekhev û azad ya gelan asteng bikin.”

WÊ HDP ÎRO JÎ SERÎ NETEWÎNE

ESP’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Di serî de bi girtina hevşaredarên berê û bi hezaran endam û rêveberan, bi dorpêçkirina avahiyên şaredariyê yên bajar û navçeyan ya bi rêya qeyyûman, hewl hat dayîn ku vîna bi mîlyonan hilbijêran xesb bikin. Di rewşekî ku faşîzm ji bilî xwe ti mafekî din ê jiyanê nas nake de eniya yekgirtî ya têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan, bindestan û gelan ango HDP wê îro jî wekî duh serê xwe li ber van êrişan netewînin.

Ji ber ku çend tawanên hukûmeta faşîst a AKP-MHP-ê derxist holê û ew li ser sûc ev girtiye, ji êşkenceya lêgerîna tazî bigire heya êrîşa wendakirinên di bin çavan de, ji çewisandina bi rêya KHK’ê bigire heya êrîşên cûr be cûr ên faşîst radixiste ber çavan, hukûmeta AKP-MHP’ê ji bo rakirina wekîltiya Wekîlê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû û girtina HDP’ê di heman rojê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dayî; ew ji bilî êrîşa tolhildanê ya faşîzmê tiştek din nîne.

HDP; Ew partiya karker û kedkarên ku keda wan tê îstismar kirin, mafê grevê wan tê înkarkirin û di nava hejarî û bêkariyê tê hiştin e. Ew partiya Kurdan ku dagirkerî ziman û mafên wan ên netewî tine dihesibîne, partiya jinên ku dagirkerî hewl dide wan bi mêtîngerî û şîdeta du qatî ya zilam-dewletê ve dixwazin bişkînin, partiya ciwanên ku li dijî pûçbûnê li ber xwe didin, yên ku doza cewhera xwe dikin, LGBTI +, maf û baweriyên ku bi înkar û asîmîlasyonê ve tine tên hesibandin e. Êrîşên li dijî HDP'ê êrîşên li dijî wekhevî, azadî û vîna jiyana bi hev re ya li van axan e.

Li dijî êrîşên faşîzmê û bi taybetî ya li ser HDP’ê îro ev roj e ku em xwedî li vîna xwe derkevîn. Sosyalîst, demokrat, parêzvanên mafên mirovan, jin, ciwan û bindest bi berpirsiyariya mezinkirina têkoşîna yekbûyî ya li dijî faşîzmê re rû bi rû ne.

Em ê bi hêza ku ji serhildana jinên ku ji bo jiyan û pêşeroja xwe kolanan vala nakin; ji biryardariya xwendevanên Zanîngeha Bogazîçiyê ku ala berxwedana li dijî qeyyûman e û ji wan karkerên ku tevî her cûre zordestî û terora polîsan li ber xwe didin girtî, vê ev hêz weguhere hêzek yekbûyî û barîkatek li pêş faşîzmê; em ê bi mezinkirina berxwedan û têkoşînê êrişên li dijî HDPê bişkînin.

Werin em li dijî faşîzmê berxwedan û têkoşînê mezin bikin.”