ESP: Bila endamên Partiya Şoreşger werin berdan
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) li ser operasyona binçavkirinê ya li hemberî endam û rêveberên Partiya Şoreşger daxuyaniyek weşand.
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) li ser operasyona binçavkirinê ya li hemberî endam û rêveberên Partiya Şoreşger daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya nivîskî de ESP'ê bibîr xist, ku tevî Serokê Partiya Şoreşger Ûfûk Gollu polîsan bi awayekî bêhiqûqî avêtine ser gelek malên endamên partişyê û 11 şoreşgerên ji endam û rêveberên Partiya Şoreşger binçav kirine.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dîktatoriya Qesrê ji aliyekî ve dor li bajarên Kurdistanê digire û provayên komkujiyê dike, li aliyê din jî li rojavayê welêt şoreşger û azadîxwazên li dijî şer û zilmê derdikevin hedef digire.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Gelên me û şoreşger wê teslîmî Qesrê nebin. Terora binçavkirinê wê nikaribe meşa hevgirtî ya gelên me bisekinîne. Qesr wê winda bike, şoreş û sosyalîzm wê bi ser bikeve.
Em êrîşên binçavkirina endam û rêveberên Partiya Şoreşger şermezar dikin. Divê hemû binçavî tavilê serbest bên berdan. Piştgiriya şoreşgerî wê bi ser bikeve, şoreş wê bi ser bikeve."