Êş û azara Laleyê ya li deriyê zindanan

Êş û azara Laleyê ya li deriyê zindanan

Lale Aslan yek ji jinên kurd ku jiyana xwe di bin zilma dewlet û di riya zindanan de derbas kiriye. Li aliyekê li hevserê xwe Lokman Aslan ku ji doza PKK’ê ev 16 sale di girtîgehê de ye û cezayê muebetê girtiye, dinêre û li aliyê din jî di nava tunebûnê de kurê xwe mezin dike.

Her wiha mexdura erdhêja Wanê ya 2011’an ne û  ji ber ku xaniyê wê hilweşiya îro di şertên zor yên konteyniran de dijî û ji bo hevdîtina hevserê xwe ku hatibû Stenbolê, têkoşîna jiyana xwe ji ANF’ê re vegot.

Lale Aslan ji ber êşa ku kişand bi nexweşiyekê jî ket. Aslan ya 34 salî, hemû bedena wê diwerime û lekeyên sor li bendena wê çêdibin. Niha tenê daxwazeyek Aslanê heye, xaniyekê wan hebe û hevserê wê bişînin girtîgeha Muşê.

BÛKA ZAROK Û GIRTINA HEVSERÊ WÊ

Lale Aslan jî wek gelek jinên kurd di temenê biçûk de zextên dewletê nas kir. Di 1979’an de  li Wanê ji dayik bûye. Despêkê  koçî gundê Feraşîn a Elkê dikin û di 90’î de leşkeran gundê wan vala kir û koçî gundê xwe yê Kurubaş a Wanê kirin. Di 16 saliya xwe de bi kurê mamê xwe Lokman Aslan re zewicî. Kurê wê 5 mehê bû, hevserê wê di pevçûneke bi gerîlayên PKK û leşkerên tirk de birîndar bû û ji doza PKK’ê rastî cezayê muebetê hat.

HER DERÎ LI RUYÊ ME HAT GIRTIN

Aslan got ji ber ku mehra wan ya fermî tunebû, demek dirêj nekarî biçe serdana hevserê xwe û ji ber vê sedemê heta 3 saliya kurê xwe nekarî nasname jî derbixe. Li girtîgehê mehra fermî hat birîrin. Hevsrê min destpêkê şandin Muşê, piştre şandin Erziromê û dîsa şandin Muşê. Lale Aslan wiha dibêje: “Piştî Lokman hat girtin, me zehmetiyên mezin kişand. Em çûn ser mala xezurê min. Yek kuruşê min tunebû ez biçim serdana hevserê xwe. Ji bo xebatê min hewl da, lê hemû serî li ruyê min hatin girtin. ji ber vê min kurê xwe Rohat neda xwendin. Bi bi saya cînar û derdora xwe kurê xwe mezin dikim.

JIYAN SERERAST KIR LÊ...

Aslan got di sala 2011’an de di şaredariyê de dest bi kar kiriye, lê piştî erdhêj çûye jiyana wan serobino bûye.  Xaniyê wan hilweşiya û bi malbata hevserê xwe re çûn Cizîrê.  Piştî demekê Aslan dîsa vedigere Wanê û di konteynirên gundê Kurubaş bi cih bû. Her roj ava wan dihat birîn û ji cîranan av dikişand. Di karê şaredariyê jî xebata xwe domand. Lê vê car nexweşiyê ru da.  Tu doktorî teşîsa wê dananî. Li ser vê yekê hevserê Aslan jî ji girtîgeha Tîpa F ya Muşê surgunê girtîgeha Tîpa F ya Umraniyê. Niha tenê daxwazek Aslan heye, xaniyekê wê hebe û hevserê wê bînin Muşê.